STRASBÛRG – Gelê Kurd û dostên wan ên ku ji gelek bajarên Ewropayê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye, azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ û bi slogana ‘Ji bo Ocalan hewl bide’ li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê çalakiyek kir.
Piştî mîtînga li vir bi konên li pêşiya Dêra St. Maûrîceyê gundekî komun hate avakirin.
Polîsên Fransayê êrişî çalakgerên gundê komunê kirin. Hin çalakger hatin destgîrkirin lê hejmara wan nayê zanîn. Ji ber ku polîsan gaz avêt qadê, bêhna gelek kesan çikiya.
Polîsan çalakger belav kir û kon jî hilweşand.
Çalakger hê jî li qadê ne. KCDK-E’yê bang kir û got “Divê gelê me yê li Ewropayê li hemberî êrişan berê xwe bide Strasboûrgê.”