HELEB – Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve bi çekên giran û yên qedexe êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Dewleta Tirk di 5 mehên borî de 157 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî bikar aniye.
Di vê çarçoveyê de, Yekîtiya Jinên Ciwan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi beşdariya bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li ber navenda wan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, daxuyaniyek ji raya giştî re pêşkêş kir.
Daxuyanî wiha ye: “Em êriş, bombebarana kîmyewî û sûcên dûrî mirovahiyê yên li çiyayên Kurdistanê tên kirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî faşîzma Tirk û sûcên wê, şermezar dikin.
Kesên ku bi mafên mirovan bang dikin li ku derê ne? Rêxistinên aştiyê yên cîhanî li ku derê ne? Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û li Herêmên Parastinê yên Medyayê gazên jehrî bikar tîne, rojane jî ji hemû cîhanê re îsbat dike ku ew faşîst û bêexlaq e.
Em soz didin hevalên xwe yên li çiyayên Kurdistanê ku em ê li hember faşîzma Tirk mil bi mil li kêleka wan bin û li ser şopa wan bimeşin . ”
Em sûcên dijminatiyê yê ku dewleta Tirk a faşîst a li çiyayên Kurdistanê û cihên ku gerîla lê dimînin dike, red dikin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.