MINBIC – Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Şêrîn Mihemed li pêşiya navenda ciwanan a li Minbicê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca komployê lawazkirin û hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.
Her wiha hat diyarkirin ku rêber Abdullah Ocalan ruxmî şert û mercên girtîgehê jî lê dev ji têkoşîna xwe bernade, berovajî wê girtîgeh kir kaniya fikr û felsefeya xwe û ji hemû gelan re pêşkêş kir.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewletên komploger negihaştin armanca xwe ji lewre komplo dewam dike, berovajî wê rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe berdewam kir û ruxmî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî lê berxwedana li çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê didome û dê gel dev ji doza xwe bernade.
Di daxuyaniyê de hat gotin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berpirsa van êrişên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê şopdarên rêya şehîdan bin û têkoşîna xwe dewam bikin heta ku bigêhin azadiyê.”