ÇEMÇEMAL – Li nêzî navçeya Çemçemal seyareyek ji aliyê balafirek bêmirov ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndarbûn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, balafirek bêmirov vê êvarê li nêzî gundê Seydanê Xwaru yê girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê seyareyek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndarbûn.
Birîndar piştî mûdexeleya yekem a li nexweşxaneya Çemçemal veguhestin nexweşxaneyên Silêmaniyê.