BEDLÎS – Li Bedlîsê di serdegirtinên malan de du kes hatin revandin.
Li Bedlîsê serê sibehê polîsan avêt ser malan û lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Şaredariya Bedlîsê yê HDP’ê Azîz Başboga û kesek navê wî nehat zanîn revandin. Hat diyarkirin ku derbarê Hevserokê Rêxistina HDP’a Bedlîsê yê berê Mehmet Yalçinkaya de biryara rehînkirinê heye. Lê ji ber ew li nexweşxaneyê tê dermankirin nehatiye girtin.