TEBQA – Ciwanên Şoreşger û Jinên ciwan li Tebqayê komploya navneteweyî ya li 9’ê Cotmehê li ser rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî ya derbarê êrîşên faşîstên Tirk ser çiyayên Kurdistanê de şermezar kirin.
Tevgera ciwanên şoreşger û Jinên ciwan ên Tebqayê vê sibehê li navenda ciwanan daxuyanî dan.
“Ebdul Letîf El-Talcî,” daxuyanî xwend û daxuyaniyê wiha got:
“Daxuyanî ji raya giştî re
Bi navê Tevgera Ciwanên şoreşger û Jinên ciwan ên Tebqayê, em 9’ê Cotmehê, roja destpêka komploya navneteweyî li ser rêber Abdullah Ocalan, şermezar dikin, her wiha em êrîşên KDP li ser herêmên Şengalê û xiyaneta wî şermezar û lanet dikin. KDP pîştî ku reviya dixweze van herêman vegeranîne kontrola xwe piştî rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞê bi destê Yekîneyên Parastina Gel, û li hember vê partiya ku bi Tirkiyê re komplo dike em li gel gelê Şengalê ne.
Her wiha, ev êrîş û xiyanet li her herêma ku dixwaze ramana demokratîk ava bike, zêde dibin
Em êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê yên bi gazên jehrî şermezar dikin.
Em wekî ciwan û jinên ciwan li bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî û li herêma Tebqayê bi taybetî, ji van dagirkeran re dibêjin ku ciwanên Şoreşger li her qadê wekî şervanan amade ne li dijî we şer bikin.
Bijî yekîneyên parastina Şegalê.
Bijî Yekîneyên Parastina jinan
Bimre komploya 9’ê cotmehê
Bijî Serok Apo”