HELEB – Bi sedan ciwan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê dest bi meşê kirin.
Di meşê de meşele, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şorşger û Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl hatin hildan.
Meş li qada Cibayat a beşê rojavayê taxê rawestiya û veguherî mêtîngê.
Piştî deqeya rêzgirtin, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nadiya Yûsif daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di serî de em bejna xwe li hember giyanê şehîdên azadiyê ditewînin û soz didin ku em ê xeta wan bişopînin heta ku armancên wan pêk bînin.
Hebûna rêber Ocalan li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, di serî de doza kurdî bû. Lê dewletên komploger di serî de Tirkiyê, Rûsya, Yewnanistan û Îsraîlê rêbertî ji Sûriyê derxistin û di 15’ê Sibatê de ew girtin û xistin girtîgeha Îmraliyê.
Rola PDK’ê di vê komploya 9’ê Cotmehê de hebû ku heya roja me ya îro berdewam e.
Li dijî rêbertî tecrîdeke giran tê meşandin. Armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêlin ramanê wî di nava gelên azadîxwaz de belav bibe. Her wiha ji bo ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibin. Lê ji ber ku bi hezaran xwedî li fikir û felsfeya rêbertî derketin, komplo negihişt armancên xwe.
Em Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê soz didin ku em têkoşîna xwe xurt bikin, 24 saetan di nava xebatê de bin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk were.
Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.