NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Azadiya Ocalan got: “Piştî derbasbûna 23 salan li ser komploya navneteweyî, heman komplo ji bo heman armancê ji aliyê heman dewlet û hêzan ve berdewame. Tenê azadiya demildest a Rêber Ocalan û destpêkirina diyaloga aştî dikare dawî li şer û pevçûna bîne.”
Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de ji Sûriyeyê derket û di encama vê komploya navneteweyî de, di 15’ê Sibata sala 1999’an de hate dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê têkildarî salvegera destpêkirina komployê daxuyaniyek nivîskî da.
‘Komplo bi şêwazek din berdewam dike’
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro piştî derbasbûna 23 salan li ser komployê re, heman komplogerî ji bo heman armancê, ji aliyê heman wan dewlet û hêzan ve berdewam dike. Lê, bi şêwaz û amrazetek din. Ji bo ku êdî qet pirsgirêka Kurd çareser nebe û projeya demokrasiyê ya Birêz Ocalan û gelê Kurd ya çareseriya demokrasiyane ya pirsgirêka Kurd û bi bihevre jiyana azad û aştiyane ya gelên herêmê çareser nebe, çend sale tecrîdek giran danîne li ser Birêz Ocalan.
‘Çekên kîmyawî û qedexekirî bi kar tînin’
Van dewletan bi armanca qirkirina gelê Kurd şer û êrişên pir alî yên seranser li dijî Tevgera Azadiya Kurd destpêkirine ku hemû sînorên exlaqî, mirovî û hemû yasa û normên navneteweyî derbaskirine. Rojane sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Çekên kîmyawî û qedexekirî bi kar tînin.”
Bêhelwestiya qada navneteweyî
Di berdewama daxuyaniyê de, wiha tê destnîşan kirin: “Îro bi eşkere diyare ku Emerîka, Rusya, welatên Ewropa û çend dewletên Ereb û hinek hêzên Kurd rasterast an ji nerasterast ji bo qirkirin û komkujîîkirina gelê Kurd de piştgirî û alîkariya dewleta Tirk dikin. Ev hemû qirkirin û komkujî li ber çavê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî pêk tên. Lê li hemberî van sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û bêhelwest bêdeng in.
‘Dem dema azadiya Birêz Ocalan e’
Tenê azadiya demildest a Birêz Ocalan û destpêkirina diyaloga aştî û demokrasiyane dikare dawî li van hemû plangerî, şer û pevçûn, qirkirin û komkujiyan bîne. Lewma ji bo aramiya aştiyê û avakirina Kurdistanek azad û Rojhilata Navîn a demokrastîk em niha vê demê dem dema azadiya Birêz Ocalan dibînin.”