YEWNANÎSTAN – Ciwanên Kurd li Yewnanistanê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd meşa ku wê 3 rojan dom bike dan destpêkirin. Bi dehan ciwan pankarta bi nivîsa ‘Bimre 9’ê Cotmehê, Ji Ocalan re Azadî’ vekirin û bi dirûşma ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; dem dema azadiyê ye’ li kampa li bajarê Lavrîo ya ku koçberên Kurd lê ne, hatin ba hev û dest bi meşê kirin.
Di nava meşvanan de ciwanên enternasyonalîst ên koma Riseup Rojava jî hebûn. Her wiha posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin vekirin û bi qîrkirina sirûda meşiyan. Di meşê de jî belavokên li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker belav kirin.
Roja yekem a meşê wê li bajarokê Marco Polo dawî bibe. Roja duyemîn jî wê li bajarokê Peyaniya navber bê dayîn û 10’ê Ctomehê jî tê plankirin ku meşvan xwe bigihînin Atînayê û wê ber bi Qada Academîa ya ku Sefaretxaneya Tirk lê ye bimeşin.