REQA – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan îro li ber Meclisa Ciwanan a li bajarê Reqayê bi diruşmeya ‘Şengal ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve’ daxuyaniyek da. Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Reqayê Buşra El-Naêf daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:
“Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Avaşîn, Metîna, Zap û Mem Reşo bi tundî şermezar dikin.
Em her wiha îxaneta PDK’ê di kuştin û koçberkirina gelên Kurdistanê de û alîkarîdayîna dagirkirina Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve şermezar dikin.
Îro PDK’ê dîsa îxanetê li Şengalê û gelê wê dike û şerê saziyên wê dike, bi vî awayî li her derê ji bo xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker şerê projeya Rêveberiya Xweser dike. PDK’ê her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen nêzî 4 mehan revandibû.
Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan em piştgiriyê didin berxwedana gelê Şengalê ku soz daye bi hemû hêza xwe parastina Şengalê bikin. Em soz didin ku em ê li dijî van êrişan li kêleka wan bin û gelê Şengalê û axa wê biparêzin.
Em bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û ciwanên Reqayê bi taybet dikin ku li dijî komployên ku gelên azadîxwaz hedef digirin, serî hildin.