YEWNANÎSTAN – Ciwanên Kurd li Yewnanistanê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurdistanê a ku wê 3 rojan bidome, di roja 2’an de ye.
Ciwanên ku li kampa penaberên Kurd lê dijî ya Lavrîo hatin ba hev bi vekirina pankarta bi nivîsên ‘Bimre Komploya 9’ê Cotmehê, Ji Ocalan re azadî’ û şîara ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; ji Ocalan re azadî’, 7’ê Cotmehê di saetên şevê de gihiştibûn bajarokê Marco Polo.
Ciwanan tevahiya şevê govend gerandin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin. Ciwanên ku sibehê dest bi meşê kirin, wê saetên şevê xw bigihînin Peyaniya.
Meş bi coş didome.