SILÊMANÎ – Komploya 9’ê Cotmehê cihên ku Kurd lê jiyan dikin her derê tê protesto kirin. Îsal navenda protestoyan yek jî Başûrê Kurdistanê ye. Ev protestoyan taybet jî di pêşengtiya ciwanan de pêk tê.
Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê jinên Ciwan girêdayî Silêmanî li navçeya Baziyanê bi munasebeta komloya 9’ê Cotmehê pirtukên Rêberê Gelan belav kirin.
Jinên Ciwan bi navê pirtûkxaneya gerok li seyareyekî de li Navçeya Baziyanê de Pirtûkên Rêber Apo belav kirin.
Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanê pirtûkxaneya jinên ciwan dan.