QAMIŞLO – Komploya 9’ê Cotmehê cihên ku Kurd lê jiyan dikin her derê tê protesto kirin. Îsal navenda protestoyan yek jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ev protestoyan taybet jî di pêşengtiya ciwanan de pêk tên.
Îro jî ciwanên Rojava di pêşengtiya TCŞ û YJŞ’ê de meşiyan. Ciwanan li dijî komploya 9’ê cotmehê li Qereçoxê heta Deriyê Sêmalka dest bi meşê kirin.
Meşa ku sedan ciwan tevlêbûn de me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan mîkrofonê xwe dirêjê wan kir û hest û hêrsa ciwanan pirsî.
Endamê Ciwanên Şoreşger Mihemed komplo lanet kir û diyar kir ku ew amadene ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk heta asta şahadetê berxwe bidin. Û di heman demê de ew êrişên li se Şengalê jî şermezar dikin û li dijî wê ewên her tim qadan de li ber xwe bidin.
Jina Ciwan ya ku bi navê Majda jî wiha got:
9’ê Cotmehê di heman demê de destpêka êrişên Serêkanî û Grê Spî ye jî. Ew wek ciwanan helwesta xwe diyar dikin ku ew tu demê tecrîd û esareta Rêber Apo qebûl nakin. Heta ku Azadiya Rêber Apo pêk were ewên li ser piya bin.