VÎYANA – Li paytexta Avûstûrya Viyanayê di saetên şevê de aktivîstên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ên li Zanîngeha Viyana hatin ba hev, têkildarî tecrîda giran û bi awayekî sîstematîk li ser Ocalan tê kirin, belavok belav kirin.
Aktivîstan di çalakiyê de li beşa pirtûkxaneya zanîngehê belavok danîn di nava pirtûkan de û dîsa li xwendekaran belav kirin.
Aktivîstan li ser çalakiya xwe daxuyaniyek da û got: “Heta Rêber Apo bi fizîkî azad nebe, em ê bêdeng nebin. Em ciwan û jin tecrîdê qebûl nakin, tavilê divê Rêber Apo azad bibe. Azadiya Rêber Apo Azadiya hemû gelan e.”