KOBANÊ – Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê meşek bi meşelayan lidar xist.
Meş ji qada Aştî ber bi qada Jina Azad ve dest pê kir. Bi sedan ciwan û şênî tev li meşê bûn. Di meşê de meşele û pankartên bi nivîsa “Dem dema azadiyê ye” û “Azadiya rêbertî rêya hevjiyana azad û demokratîk e” hatin hildan.
Meş li qada Jina Azad veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê ve hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama tevgerê Nezha Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê Kurd dizane ku komplo bi destê dewletên cîhanî, serdest û kapîtalîst hate destpêkirin û armanca wê ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike, ji ber ku kesayeta kurdî ya azad dikare li hember hêzên dagirker û desthilatdar bisekine û tirsê di dagirkeran de çêke.”
Her wiha hate destnîşankirin ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de xwestin gelê Kurd bikin hedef , di aliyê fîzîkî de hate girtin lê nikarîbûn ku fikir û felsefeya wî têk bibin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bikar tîne, lê nikare îrade û berxwedana gerîla bişkîne.
Di dawiyê de hate gotin, gelê Kurd dê li hember hemû komployên ku li dijî wan tê kirin bisekine û dê wan têk bibe û soza bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.