REQA – Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, bi sedan şêniyên Reqayê meşek li dar xistin, Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Meş ji qada Îtfaiyê (Agirkujiyê) dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina komplo û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan û derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê hatn berzkrin.
Meş li ber avahiya ciwanên şoreşger a nêzî parka Bustan a naverasta bajar rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Zana Mihemed axivî.
Zana Mihemed komploya 9’ê Cotmehê şeremzar kir û banag derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî kir.
Mihemed anî ziman ku gelek dewletên kapîtalîst ên ku ji ramanê rêbertî yê demokratîk ditirisin beşdarî komploy bûn û got: “Dewleta Tirk a dagirker şerê projeya Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk dike, ji ber ku ew proje ne li gorî daxwazên wê yên mêtîngeriyê yên li herêmê bi giştî ye.”
Mîntîng bi diruşmeyên silavkirina şehîdan û silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.