ŞEHBA – Tevgera ciwanên şoreşger a herêma Efrînê li dijî Komploya 9’ê Cotmeh û êrişên li ser Şengalê daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya ku li Şehbayê ji aliyê Ciwanan ve hate dayîn de hat diyarkirin ku dê tekoşîna ciwanan ve komplo bi tevahî were têk birin.
Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ku 9’ê Cotmehê di heman demê de salvegera êrişên Serêkanî û Grê Spî ye jî. Ji ber vê ewên heta ku hemû axa Kurdistanê tevahî were azadkirin dê çeperên şer de cihên xwe bigrin.
Di daxuyaniyê de ciwanan bal kişand êrişên li ser Şengalê jî û diyar kirin ku ewên wek ciwanên Kurdistanî li dijî êrişên li ser êzidiyan û Şengalê bêdeng nemînin.
Daxuyanî bi duruşmên “Bimre Komplo” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.