AMED – Li 5 bajaran di 1’ê Cotmehê de serdegirtin hate kirin û di encama vê operasyona ji navenda Amedê hate kirin 12 kes hatin destgîrkirin. 12 kes bi îdîaya “kûryetî ji PKK’iyan re kirine” hatin destgîrkirin û 6 ji wan ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar ve hatin girtin.
Hasan Bakir, Alî Osman Nadîroglû, Ozan Oral, Nîzamettîn Îpek, Mûstafa Yaprak û Mehmet Arîf Bûdak bi sûcdariya “endametiya rêxistinê” hatin girtin, yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Serê sibehê jî avêtin ser Halkevî, SYKP û rêveberên TÎP’ê. Di encamê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn. Navê hin ji kesên hatine destgîrkirin wiha ye: Serokê Şaxê Antalyayê yê Halkevî Gurkan Gulseven, endamê Meclîsa Partiyê ya SYKP’ê Taylan Sonmez û Enes ê paşnavê wî nehate hînbûn.