NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Danasîna vê mehê de edîtorên Kovarê wiha dibêjin:
Kovara me ya Yurtsever Gençlik a hejmara meha Cotmehê bi şiyara ‘’ Îradeya Apoger ya ji agirê bedenan, tarîtiya komployê çirand’’ bi were ye. Di hejmara meha Cotmehê de edîtorên kovarê ji bo ciwanan nivîsên gîrîng amade kirin. Di vê hejmara kovara me de, Nirxandinên Rêber Apo yên liser komploya navnetewî, Dosyeyên di derbarê komploya navnetewî, perspektifên ciwan û jinên ciwan, portreya Fermandarê ciwanan Şehîd Bawer Agir û nivîsên derbarê çandê de cih digirin.
Me bixwînin, heqîqatê binasin
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin.
Hûn jî dikarin liser van navnîşanan xwe bigîhînin kovara me ya Yurtsever Gençlîk.
– https://issuu.com/yurtsevergenc/
– https://komalen-ciwan.com/