REQA – Li 10`ê Hezîrana borî, hêzên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen û endamên têkiliyan ên PYD`ê Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina şandeyeke biyanî diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.
Di 29`ê Tîrmehê de herdu endamên PYD`ê serbest hatin berdan. Lê Cîhad Hesen tevî rewşa wî ya tenduristî ya xirab jî, nehat berdan.
Piştî 112 rojan di girtîgehê de ma, PDK`ê Cîhad Hesen berda û wî ji Hewlêrê dersînor kir. Ajansa me xwe gihand Cîhad Hesen û pê re hevpeyvînek çêkir.
Tevahiya Hevpeyvînê wiha ye:
Ez îro ji ber ew pêşwazîkirina ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê li me kirin gelekî kêfxweşim. Bi taybet remziyeta niha em lê tê da dimînin, weke Reqqayê. Dema ku ez nû tevlî xebatan bûm, bi xebatên ciwanan me destpêkir. Di heman cihê ku niha, ji Reqqayê me destpêkir. Ez gelekî kêfxweş bûm û hestîyar bûm. Tucara mirov nikare van hêstan bi gotina binirxîne û heqê wê ji bidè. Ji ber ku me di Sûrîyê de taybet jî di Reqqayê de dest bi xebatên ciwantî kirin ev tiştekî watedar bû. Îro jî ez vedigerim li heman bajarî. Azad, serfiraz, fikrekî azad, îradeyeke xurt, hemû pêk hatiyan weke Kurd û Ereb û pêk hatiyên me yên Reqqayê dijîn weke tiştekî xewn û xeyal dihat hesibandin. Ew fikrê ku me ji ciwantî bi dest kir, me jî wê hêza xwe ciwantî digirt û dîsa ew hêza ku îro hemû hêzên me heyî jî, di Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê de heyî jî çawa hêz û qaweta xwe ciwana digire me ji heman tiştê hêz girt. Ew kiryarên li ser çiya dimeşînin, weke xeta gerîla û çi jê ew kiryarên li ser Rojavayê, dîsa bi taybet jî dema girtina me de jî di şexsê me de îradeya Rojava qebûl nekirine. Girtina me ne girtineke şexsî bu. Em bi erkê xwe radibûn û wekî îrade û temsîla gelê Rojava bû. Tiştê bala me dikşand jî wan tucarî vê yekê qebûl nedikirin. Di nava zindanê da tiştên ku bi me dikirin, uslub û taktîkên bi me dikirin çawa tarîf bikim mînak dixwestin temsîlîyeta Aldar Xelîl beramberî wî hevalê reş bikin, ji ber ku wê temsîl dikir. Îro ew bi xwe ji kesayetekî ewkas xwedî ked û tu bi xwe jî di heman dêmî de têkildarê ew peywendiyên navbera Rojava û Başur deye. Tişta balkêş ji tu hurmetiya wan ji bo dîplomasîya navbera Rojava û Başûrê re nebû. Taybet ji di gotinên nav da derbas bûn taktîkê li hember me kirin me ji wir de fam kir ku wateya yek rêz bûn di wê de rê de ji tunebû. Dixwestin ev meseleya yek rêzîyê di Rojava de çê bikin. Ya din jî nêzîkatiya ku pey girtina me elaqedar buna li beramberî Rojavayê sivik bû. Him siviktî jî xeta Rojavayê ku tê temsîl kirin, him jî siviktî di xeta Başur de ku temsîla siyasetê dike nêzîk dibûn. Ji xwe hertim reş kirin didan şixulandin. Heta gotinên em layiqê xwe ji nabînin ku li ser ragihandinê bînin li ser ziman ji kâr anîn. Digotin ger sed mudaxale jî bo mijara te û berdana te bikin ji em te bernadin. Kesên ku peywendiyên wan bi Rojava ve heye, ew şexsê Hemîd Derbendê ye. Nêzîkatiya wan a Heval Aldar û ê ku bi wêre elaqedar buna wê heye asta dîplomasîya wan da nîşan. Hewceye ku Başur li siyaseta xwe vegere. Gere li ser hestên netewî nêzîkê siyaseta xwe bibe. Bila xwe wekî pêşengekî nêzîk bike ku, li ser siyaseta ku rast, wekê ku dilê xwe li ser kurdeki, dilê xwe li ser beşekî Kurdistanê, wekî ku xwe piştgir nîşan bidaya jî gerîla re jî, xeta hereketê li ser Bakûr re jî, ji xeta Rojava re ji bike. Ez bêjim serkêşîya xeta Kurdistanî, ne bi siyaseta ku tu biçî destê xwe bi destê dijmin bike. Ne siyaseta di heman rengê dijmin tu bidîyê. Li alîyekê girtina me wekî temsîla Rojava, li alîyekê êrîşên li ser xeta çiya, li alîyekê êrîşê li ser Şengalê, li alîyekê qutkirina elaqadariyên siyasî li gel Rojava û hwd. Ev nêzîkatî ne munasibe.
Ger tiştekî rû bide li ser destkeftîyên Rojava bikeve xeterîyê, di heman xeterî ye bikeve li ser destkeftîyên Başûrê ji. Ji ber tiştên ku di Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê de heyî, tu li Iraqê ji mêze dikî piştî 20 salan tecrubeyên, guhertinên ku heyî û hewldanên ku heyî tu caran Iraqeke aram, rehet, hevgirtî û bi hevra bijî nebû. Îro jî nimûneya wê dibînî ku di Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê de bi saya ew fikrê ku heyî, bi saya ew ciwanên ku heyî, ew rihê ciwana ku îro ji hevdu girtî, ciwanên kurd, ereb û pêkhatiyên din tu dikarî bejî nimûneya herî azad, rehete ji bo bi giştî Rojhilata Navîn. Dema ku van êrîşan li ser vê saziyê dibînî, dîsa ciwan dikine hedef; vê projeya ku Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê de pêşketîye, ew projeya ku îro ciwana girtiye ser milê xwe him di aliyê fedakariyê da, him jî aliyê xwe bexşî de , ji aliyê kâr û xebatan de, him jî aliyê xwedî derketina xwe ji şoreşê re tiştekî normal dibînî. Ew destên dewletên desthilatdara li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê tê meşandin normal dibînî. Bes tişta ku bi êş ew êrîşên PDK ne. Ew êrîşên PDK ê ku dixwaze ciwanên ku îro ev Rojava diparastin, bi dehan hezar şehît ji dane, îro ji bi hezaran brindarê me ji hene, di heman bi hezaran ciwanên me ji ku berê xwe nedane Ewrûpa, berê xwe nedane welatên din, koçber ji nebûn, ji ber wê çandê qebûl ji nedikirin, îro erkê xwe ji bo welatê xwe, Rojava biparêzin ew wekî erkê xwe dîtin. Îro jî ew hemleya reş dikin û êrîşkirina ciwanan bi taybet jî em wek ciwanên Rojavayê em wan şermezar dikin. Taybet ji li ser ragihandinekê ku bi navê xwe weke Kurd dide xuyan an jî xwe weke xeteke Kurdî bi nav dike em şermezar dikin. Dema ku ew êrîş li ser ciwanan de tên dibên xuyaye Rojava rehete. Rojava rehete ji ber ku ciwanên Rojava zora gelekan birine, zora gellek projeyên ku dixwazin Rojavayê têk bidin, Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê têk bidin, ew projeyên ku her dixwazin tu cara aramî û rehetî û silametî di vê deverê de neyê jiyan kirin, her parçe bûn be , her lawazî lê hebê, ez dibêm ew êrîşkirina li ser ciwanan, êrîşkirina li ser şoreşa meye. Êrîşkirina li ser ciwanan tê wateya êrîşkirina li ser îradeya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê ye. Ji ber ku dînamîkên civakê ciwanin. Wekî din tiştên ku mirov bixwaze bîne li ser ziman di heman çarçoveya li ser şoreşa Rojava û taybet jî ji bo ciwana ji, îro ji heman ciwanên ku dixwestin ciwanên me ji wekî wan ciwanan bibin, ew ciwanên ku bi planan kişandine li cem xwe, îro ji li gorî berjewendiyên xwe pêk tînin, ew ciwanên Rojava ku îro birine dibin qadên gerîla, qadên şer mebestên wan ji ew bû ku ciwanên ku di nav destê wan de jî bona berjewendîyên xwe bi kâr bînin, ji bo tu ciwan derveyî wê xetê nebe. Ez dixwazim weke bangeke bînim li ser ziman, em banga gelê Başur ji dikin, hewceye gelê Başur ji xwedî helwest bê, tu caran ev êrîşên li ser Rojavayê û li ser qadên gerîla tu cari qebûl nekin. Sekna xwe jê re zelal bikin. Ji ber ku em dizanin ku wekî gelê Başur ji rewşa ku Rojava derbas bû ew jî derbas bûn. Kêlî bi kêlî ji vê halê girantir, ji vî halê ku em ji aliyê jiyanî de tê da derbas dibin jiyan kirin. Ji ber vê jî gere gelê Başur helwesta xwe diyar bike. Ev kiryarên ku dibin û ji aliyê desthilatdarên Başur tê meşandin qebûl nekin. Bi taybet jî li beramberî beşên Kurdistanê diyar bikin. Em ji wekê him Rojava ji, him Başur ji di gelek nêrînan de wek hevdu binêrin. Ji ber ku ev hukmê ku ji bo siyaseta ku tê meşandin destkeftîyên Rojava û destkeftîyên Başur dike di xeterîyê de.