QAMIŞLO – Festîvala Şehîd Baran Mawa dest pê dike. Îro saet 12 an de endamên Yekitiya Werzîşê li Qamişloyê ji bo banga tevlêbûna festîvalê daxuyaniyek dan.
Festîvala ku di bin şiyara “Emê bi Ciwantî Şerê Gelê Şoreşgerî Rêxistin Bikin, Şoreşa Çandî Misoger Bikin” de pêk bê dê 23. 24. û 25’ê Cotmehê de li Qamişlo, 26. û 27’ê mehê de li Dêrîkê, 28 û 29 ‘ê mehê de jî li Hesekê de dest pê bike.
Tevahî daxuyaniya Ciwanan wiha ye:
Daxuyanî ji bo Raya giştî:
Bi navê Yekîtiya werzişê û bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger em destpêkirina yekemîn Mihricana Sporê ya Şehid Baran Mawa radigihînin.
Ev festivala me bi lidarxistina çalakiyên werzişi, çandi u civaki yên cihêreng ve enerjiyan vedihewine da ku ji bo jehatibûnên sozdar cihê xwe bigirin.
Ji ber ku rûbirûmayîna pirsgirêkan u domandina berxwedanê li se rnavê şoreşa me ye, bi ruhê ciwanan, biryara me ji bo rûbirûmayîna şer û êrişên ku em pê radibin zêde dibe.
Ev mihrîcan armanca wê eşkere ye ku ciwanan ji tundrewî, tiryakê û ji fuhuş dûr bixe. Hemî spasi ji bo we û serkeftina vê festivalê bi hewldanên we re.
Em dixwazin ku hemî werzîşvan, ciwan û gelê meyê welatparêz beşdar bibin. Vê festivalê weki pêngavek ji bo avakirina civakek biçand, welatparez û exlaqi bihesibinin, ji ber ku em bi ciwanti şerê gelê şoreşgerî rexistin bikin şoreşa çandî mîsoger bikin vê mihricane organize dikin.
Yekitiya werzişe ya herama Cizirê
Tevgera Ciwanên Şoreşger