ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê li dijî gefên dewleta Tirk helwesta xwe raber kirin.
Îro li Qampa Berxwedan a kantona şehbayê ciwanan daxuyanî dan. Li ser navê Tevgera Ciwanên şoreşger H.Ehmed Hesen daxuyanî xwend.
Ji bo gefxwarin û êrîşên li ser herêmê tên kirin ,ciwanan diyar kirin ku ew li her rewşê re amade ne.
Di daxuyaniyê de Ciwanan diyar kirin ku ev gefxwarin û êrîş ji tecrîda li ser rêber APO ne dûr in û armanc ewe ku gelê kurd di qirkirineke nû re derbas bikin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hesen wiha got:
“Di nava axa kurdistan û çiyayên wê de êrîşên qirkirin û dagirkeriyê xwe li her deverê belav dike ,ev bû demeke dewleta tirk ji avaşîn ,metîna ,zap heya zendûrayê ,ji til temir heya în îsa û Efrîn ,girê spî ,serê kaniyê û giştî kurdistanê bi êrîşên topyekûn dixwaze gelê kurd îmha bike . Lê êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd bi hêz û baweriya xwe ya azadiyê ve pêşiya hemû planên qirêj girtiye. Taybet em wek ciwanên Kurd diyar dikin ku êdî yek buhust axa Kurda ya were dagir kirin nîne. Axa welat ya di bin dagirkeriyê de jî dê demek kurt de were azad kirin. Bila dewleta faşîst vê tiştê bizanî be.”
Daxuyanî di dawiyê de bi siloganên “Bijî berxwedana Efrîn” “Bimire îxanet” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.