QAMİŞLO –
Festîvala Jinên Civan li ser asta Herêma Cizîrê hatibû organîze kirin li Melaba Hesen Kiço dest pê kir. Axaftina destpêkirina Festîvalê ji aliyê kordînasyona Jinên Ciwan ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê, Ferîde kir. Piştê hevala Ferîde Endama Kongra Starê Rîhan Nıqo jî axaftin kir.
Me jî wek Ajansa Nûce Ciwan di derheqê Festîvalê de mîkrofona xwe dirêjî jinên ciwan kir û nêrînên wan girt.
Endama Kongreya Star a Rojava Rihan Loko wiha got:
Li ser navê Şehîd Stêrwan em Festîvala Jinên Ciwan a li Qamişlo li dar dixin. Gelek çalakiyên wekî spor, çand û hunerê hene. Jinên şoreşger, em hemû jinan bi hezkirin, keda jinên ku di her kêliya jiyanê de têkoşînê mezin dikin, bi ruhê 19’ê Tîrmehê dîrokê nû dikin, zindî dikin û xurt dikin pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev festîvala ku em li dar dixin, her sal li hemû qadan bi temaşevan û coşeke mezin were lidarxistin. Em hêvî dikin ku hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî festîvalê bibin. Em dikarin bibêjin ku qadeke mezin a coş û moralê ye. Îro jinên ciwan bi perwerde û çalakiyên di hemû qadan de xwe perwerde dikin û xwe pêş dixin. Bi îdeolojiya xwe li dijî hemû cîhanê şer dike.
Jina Ciwan ya ku bi navê Al wiha got:
Navê min Ala ye ez li Qamişlo dijîm. Ez wek jineke ciwan beşdarî festîvalê bûm. Ez beşdarî komên halay û stranan dibim. Ji bo me rojeke xweş e. Ez hemû jinên ciwan di serî de Rêber Apo û Şehîd Stêrwan pîroz dikim. Divê em şehîdên xwe, axa xwe û gelê xwe biparêzin.
Hestên Avesta ya ji Efrînî jî wiha got:
Navê min Avesta ye ez ji Efrînê me. Me sêyemîn festîvala vê festîvala jinên ciwan a Şehîd Stêrwan li dar xist. Di serî de li Rêber Apo em hemû jinan pîroz dikin.
Herî dawî Jina Ciwan ya Qamişloyî jî wiha got:
Ez jî endamek jin a ciwan im. Beriya her tiştî ji hemû jinên ciwan re pîroz dikim. Îro sêyem festîval bi pêşengiya jinên ciwan li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Festîvala ku di warê spor û hunerê de pêk tê, bi coş û moraleke mezin tê lidarxistin.
Festîvala Jinên ciwan bi heman coşê ber bi êvarê bi dawî bû.