BEHDÎNAN – Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan tekîldarî şehîdên jin ên meha Cotmehê, kesayeta şoreşger a Gulnaz Karataş û şerê bênavber ê ji sala 2015’an û vir ve tê meşandin, ji Radyoya Dengê Welat re axivî.
Ferîde Alkan anî ziman ku dilsoziya jinan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi welat re, her wiha ideaya wan a azadiyê û baweriya bi neteweya demokratîk re têra têkçûna faşîzmê dike û diyar kir, jinên ku ji neteweyên cuda tevlî vê şoreşê bûne, karektera vê mehê ji bo me guherandiye.
Ferîde Alkan di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Cotmehê bibîranî û got,
“Bêguman di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û di dîroka azadiyê ya jinên Kurdistanê de her roj xwedî girîngiyek mezin e. Lewra têkoşînek bênavber didome, nêzî çil salan e jî wek şerê çekdarî ev tekoşîn tê meşandin. Ji roja destpêkê heya niha bi berdelên giran ev tekoşîn pêşketî ye. Ev berdel jî kesayetên nemir in. Jixwe PKK partiyek şehîdan e. Lewra azadî ne tiştek hêsan e. Tekoşîna azadiyê bi berdelên giran, bi israr, bi baweriyek mezin dimeşe. Ev jî dihêle ku em şehîdên giran biha bidin. Xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan şîn dibe, jiyana nû li ser vî bingehî zîl dide, pêş dikeve, mezin dibe. Ji bo me jî wek tevgera azadiya jinên Kurdistanê meha cotmehê, wek meha şehîdên jin tê binavkirin. Ji ber ku hevalên di vê mehê de şehîd ketine, bi tekoşîna xwe, bi sekna xwe pêngavên pir mezin dane avêtin. Heman demê bi pêşengtiya xwe tekoşîn mezin kirine. Pêvajoyên nû bi van şehîdan dest pê kiriye. Heman demê ev meh, meheke ku di qadên tekoşînê de, taybet di qadê gerîla de hevalên jin, ji neteweyên cuda tevlî bûne, di tevgera PKK’ê de tekoşîna azadiyê meşandine, şehîd ketine, ev jî hiştiye ku karektera vê mehe ji bo me biguhere. Jixwe di rastiya şerê gerila de payîza salê, operasyonên mezin çêbûne, ev jî hiştiye ku li hember van operasyonan berxwedanî û şerê dijwar bibe û her wiha şehîdên mezin werin dayîn. Hevalên pêşêng, fermandar û di heman demê hevalên jin yê neteweyên cuda şehîd ketîn e.’’
Ferîde Alkan diyar kir ku ev meh ji bo dîroka cîhanê jî xwedî wate û girîngiyek mezin e û wiha pê de çû:
“1789’an di şoreşa Fransayê ku di sedsala 18’mîn de pêşketî ye, yek jî şoreşeke ku ji şoreşa gelan re pêşengtî kiriye, ji bo jiyanek azad û demokratîk, bi dirûşmên azadî û dadperweriyê pêngavên girîng avêtin e. Di vê şoreşê de jin bi rêxistînî, bi girseyî cihê xwe girtiye û di serkeftina şoreşê de jî rol lîstîne. Lewma şoreşa gelên Fransa girîng e. 5’ê cotmehê heşt hezar jin bi sedemên birçîbûn û xîzaniyê dadikevin kolanan û vê çalakiyê wek serhildana ‘NAN’ binav dikin. Ji ber ku monarşiya heyî gel, millet, jinan bi giştî civak birçî hiştî ye. Nêzî 8 hezar jin, bi leşkeran re şer dikin û qesra Versaillesê dagir dikin. Piştî vê dagirkirinê, qral neçar dimîne ku hin mafên gelê Fransî bide. Heta zilma xwe sist dike û zagona hilbijartinê dertêxe. Piştre jî pêşengtiya jinan berdewam dike, tê zanîn di pêşengtiya Olympe de Gouges de serhildanên pir mezin pêş dikeve. Şoreşa Fransa şoreşa jinan e. Şoreşa Cotmehê ya 1917’an ya Sovyetan jî di pêşengtiya jinan de pêş dikeve. Serhildana herî mezin ya karkeran 1905’an ku bi mehan didome, di pêşengtiya jinên Soyvet de diherike, piştî wê 3 salan 1908’an dîsa serhildanên mezin yên girseyî bi pêşengiya jinan xwe rêxistin dike. Jixwe di şoreşa 1917’an ya meha cotmehê de jin di pêşengtiya Aleksandra Kolontay pir bi rêxistinî û bi vîn tevdiger e. Piştî şoreş ava dibe, heyanî ku soyvet çêdibe, heya dîroka 1922’an di avakirina şoreşê de jin pêşeng in. Jixwe Lenîn vê yekê destnîşan dike û dibêje şoreşa Octebir bi însiyatîfa jinan çêbûye. Piştre di serdema Stalîn de statûya jinê vedigere halê xwe ya berê. Mafê jinan ji wan tê girtin û bi mêrserwerî re girêdayî zextên mezin li ser jinan pêşdikeve lê jin tucaran li hember vê serî natewîne û berxwedaniya xwe didomîn e. Em jî wek tevgera azadiya jinê vê mîrasê ji bo xwe esas digrin, ev mîrasekî pir xurt e, heta dawî daxwaz û ideaya azadî, wekheviyê îfade dike. Ger jin yekitiya xwe ava bikin, enerjiya xwe, hêza xwe ya azadiyê baş rêxistin bikin, dikarin rejîmên herî dîktator birûxînîn. Hêza jinan heye ku bi tekoşîna xwe jiyanek wekhev, azad û bi rûmet ava bikin, pêş bixin. Ji bo xeyalê wan beleheq neçe em vê tekoşîna xwe li ser esasê ku xeyalên wan jî pêk were dimeşînîn.
Ferîde Alkan da zanîn ku ew tekoşîna xwe bi şêwazê gerîlatî dimeşinîn û teqez wê ser bixinîn û wiha berdewam kir,
‘’Tekoşîna gerîla ji bo jinan, ji bo gelan, ji bo bindestan tekoşîneke ku îmkanên serkeftinê di hindirê xwe de diparêze. Di hemû welatan de tekoşînên gerîla li hember dagirkeriyê serketin e. Li Kuba, Vîetnam, Çîn û gelek welatên din me dît ku dagirkerî bi hêza gerîla têk çûn. Gerilla ku xwe baş rêxistin bikin, dikarin serbikevin. Em jî li hember dagirkeriya Tirk çil sal in li berxwe didin û hêzên dagirker nekarîn tekoşîna me têk bibin. Yek jî wek kesayetek mezin ku me şêwazê gerîlatiya wî jixwe re îlham girtî ye Ernesto CHE ye ku ew jî meha cotmehê de şehîd ketiye. Wek tê zanîn Ernesto CHE 9’ê cotmeha 1967’an li Bolîvyayê şehîd ket. CHE ji bo tevahî tevgerên gerîla û ji bo tekoşîna jin jî wek rûbara çavkaniya îlhamê ye. Ji ber ku ev kes serkeftina şoreşa Kuba jibo xwe bes nedît. Ji bo hemû gel têbikoşin û serbikevin pêşengtî kir, hemû tiştên xwe hişt û çu Bolîvya li wir jî pêşengtiya gelan kir. Jixwe CHE kesek ji Arjantinê bû. Yanî ji gerîlatî bawer kir, li hember hemû hêzên emparyalîst û dagirker heta dawiyê tekoşîn esas girt. Emperyalîzm di şexsê wî de xwest xeyalê azadiyê têk bibe, pûç bike û baweriya şerê gerîla ji holê rake. Lê belê îro wek gerîlayê azadiya Kurdistanê û her wiha gerîlaya azadiya jinê ya Kurdistanê em xeyalan şoreşgerê mezin CHE’jî û di şexsê wî de bi hezaran şoreşgerên di vê oxirê de gerîlatî kirin û şehîd ketin, didin jiyîn û bi wesîleya meha cotmehê em CHE bi bîr tinîn.
Ferîde Alkan tekîldarî komploya navnetewî jî bibîrxist li hember Rêber û tevgera me hemû hêzên emperyalist yên cîhanê bi pêşengtiya DYE, Îsraîl û Îngîltereyê xwe rêxistin kirin, piştre jî Yunanîstan, Rusya û Misir pir tevlî kirin û di encam de bi şêwazekî dijî mirovahî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî dewleta qirker û dagirker a Tirk kirin.
Alkan wiha domand:
”Di vê komployê de PDK û YNK’ê jî bi hevpeymana Enqere û Wasîngtonê di nav de cîh girtin. Hêzên dagirker li ser Suriyê zext kirin û xwestin deriyê xwe ji Rêber Apo re bigrin. Bihostek axa dinyayê ji Rêber Apo re nehiştin ku pêlê bike. Rêber Apo bi seatan li ezmanan ma. Divê hemû gelên cîhanê û mirovên azadixwaz vê komployê ji bîr nekin. Rêheval Xalit Oral di zindana Dîlokê de vê komplo ferq kir û 9’ê cotmehê 1998’an bi dirûşma ‘kes nikare roja me tarî bike’ xwe feda kir û em li hember komployê hişyar kirin. Em di şexsê rêheval Xalît Oral de tevahî şehîdên şoreşê dijî komploya 9’ê cotmehê bi bîr tinîn. Her wiha 2019’an 9’ê cotmehê jî, ji aliyê dewleta Tirk ya dagirger Girêspî û Serêkaniyê hat dagirkirin û dijmin bi vî awayî xwest komplo bidomîne. Li wir jî tekoşînek pir mezin hat meşandin. Bi dehan, bi sedan şehîd hatin dayîn, dijmin kimyasal avêt. Zarokê bi navê Mihemed di encama vê de hat çi halî tevahî cîhanê dît û şahîdiya wê kir. Dagirkeriyek hovane bi şêwazên dervayî mirovahî bi polîtîkayê dagirkirinê hat meşandin, ew ax niha dagir kiriye, tekoşîna me berdewam dike, teqez em ê xwîna wan şehîdan li erdê nehêlin û emê vê xakê rizgar bikin.”
Ferîde Alkan diyar kir meha cotmehê bi her awayî girîng e û wiha pê de çû:
‘’Hem êrişên dagirkeran, hem jî berxwedanî û lehengiyek pir mezin hatiye meşandin, heman demê serkeftinên pir mezin di vê mehê de hatine bidestxistin. Meha cotmehê ji bo tevgera azadiya Kurdistanê, ji bo jinên Kurdistanê cihê serfirazî û rumetê ye. Di vê mehê de şehîdên me yê mezin Rêheval Gûlnaz ya serekeye ku em binirxînîn. Tê zanîn sala 1992’an bi hevkariya PDK’ê û YNK’ê dewleta Tirk operasyonek pir mezin kir. Aliyek PDK’ê êriş kir, aliyek jî YNK’ê êriş kir. Milê din de jî dewleta Tirk ya dagirker êriş kir, jixwe hewayî jî NATO, Îsraîl bi balafirên xwe piştgirî dan. Ji Heftanîn, heta Zap û Xakurkê seranserê Bakur û Başûr dan ber xwe û xwestin di vê operasyonê de PKK’ê têk bibin û xeta PDK’ê serwer bikin. Ev operasyona ku 25’ê îlonê dest pê kir, heta 25’ê cotmehê berdewam kir. Yek jî eniya ku herî zêde şer lê dijwar bû, eniya Soran bû. Di vê eniya ku di pêşengtiya fermandar û rêhevala me Berîtan(Gûlnaz Karataş) şerek dijwar qewîmî, xiyaneta Osman çêbû. Heval Berîtan him li hember xiyaneta hindirin, him jî xiyaneta PDK’ê û YNK’ê, wek helwestek berxwedanî, wek helwestek di şer de israr, wek helwestek di xeta Rêber Apo de serkeftin heta guleya xwe ya dawiyê şer kir û li ber xwe da. Dema derdora wê jî hat girtin û dawetî xiyanet û radestbûnê kirin, ji bo çeka wê nekeve destê dijmin çeka xwe şikand û bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ xwe ji lat û zinarên ku niha wek ‘Şehîd Berîtan’ tê binavkirin avêt. Rih û kevneşopiya Besê û Zarîfeyan di vê çalakiya xwe de berbiçav kir. Qirkirina Dersîm û giştî Kurdistanê li bîrê bû û ji bîr nekiribû. Rêheval Berîtan tekiliya şer û azadiyê jî pir baş dahûrandin kiribû. Peyama wê ew bû ku tenê bi şer em dikarin azad bibin, em tekoşînek bê navber bimeşînîn em dikarin bigihêjin armanca xwe. Dema hat dorpeçkirin, tenezûlê radestbûnê nebû. Mermiya xwe ya dawiyê jî li dijmin xist û ji bo çeka wê nekeve destê dijmin ji latê firiya, nîşanî me da ku di derfetê herî giran ya li hember kendalan jî însan bê alternatif nîne. Însan neçar nîne. Di wan kêliyan de jî însan dikare rumetê esas bigre, lê tûcarî serî netewîne, çog daneyne. Şêwaza vê şehadetê û kesayeta rêheval Berîtan ji aliyê Rêber APO ve hat nirxandin. Jixwe yê ku herî zêde nirx û mane dide şehîdan Serokê me ye, ev sihra sedema pêşketina PKK’ê ye. Serokê me biryar da ku ev daxwaza azadiya xurt ya jinê, ev îradeya xurt, ev rihê welatparêzî divê bizivire îradeyek xweser. Sekna heval Berîtan, bi xwe re artaşbûna jinê anî. 1993’an di meha kanunê de Serokê me talimata artêşbûna jinê da. Ji bo bîranîna Heval Berîtan ev pêngav avêt. Lewra Heval Berîtan ji bo me kesayetek pir mezin e. Em di riya wê û pêşengtiya wê de bûn artêş, piştre bûn partî, YAJK ava bû, em vana hemûyan deyndarî Şehîd Berîtan in. Rêheval Berîtan ji me re nîşan da ku bê berdêl, bê şer, bê tekoşîn li Kurdistanê ne gengaz e ku mirov bijî. Ne gengaz e ku mirov azad bijî. Em çiqas şer bikin em dikarin ewqas azad bijîn. Bê tekoşîn em nikarin li Kurdistanê rast bijîn. Jixwe heval Berîtan helbestvan e, şairek mezin e. Helbestên xwe wê çaxê bi Tirkî nîvîsandibû. Di çarîneyek helbesta xwe de dibêje ku em çiqas şer bikin, em ê ewqas azad bin, em çiqas azad bin, em ê ewqas bedew bibin û werin heskirin. Yanî tekiliya rûmet, azadî û heskirinê bihevre girêdide.”
Ferîde Alkan şehîdên jin yên meha cotmehê wek mîrateyekî nirxand û wiha berdewam kir:
‘’Di vê mehe de, Heval Çîgdem Tûrk, 10 cotmehê 95 li Behdînanê şehîd ketiye. Dîsa Çerkez Helîn ku hevalek Çerkez e û ji Avusturya tevlî bûye, 1998’an 13’ê cotmehê şehîd dikeve. Herwiha di vê mehê de Gûrbetellî Ersoz ku di cotmeha 1997’an şehîd ket, kesayetek pir mezin bû. Heval Meryem Çolak jî ku yek jî vekîlê gel ya destpêkê ya di koçberên Kurdistanê de cîh girtiye, lê parlementiyê berdide û tê tevlî gerilla dibe, dayik e, lê zaroka xwe dihêle û tevlî şoreşê dibe, rojnivîsa xwe ji keça xwe re dinîvîse û tê de dibêje ‘’ez ji bo te têdikoşim.’’ Sala 1997’an de rêheval Andrea Wolf yanî Alman Ronahî jî di vê mehê de şehit ket. Cûrbe cûr heval, ji neteweyên cuda tevlîbûne û israra di xeta azadiyê de şer kirin û gihaştin şehadetê. Şehîd ji bo me bersiva jiyanek bi rûmet e. Xetê zelal dikin û rênîşan didin. Hemû di şexsê Rêber Apo de, tekoşîna azadiya PKK’ê de azadiya xwe dibînîn. Di pêşengtiya Rêber Apo de hemû jin di vê xetê de destê xwe dikin yek, mil didin hev, li hember dagirkerî û zilimkaran şer dikin. Ji bo vê ev meh karektera demokratîk ya PKK’ê îfade dike. Heman demê di xeta Rêber Apo, di pêşengtiya jinê de, jinên hemu cîhanê çiqas ji hev heskirin e, bawerkirin e û ji hev hêz girtin e, mirin dane berçav, vê îfade dike. Tekoşîna gerîlatî çiqas bawerî çêkiriye, bi vê baweriyê çiqas serkeftin bi xwe re aniye, radixe berçavan. Hemû jî kesayetên pir mezin in. Ev kesayet li hember dagirkerî pir bi kîn û rikdar in. Tenezûlî jiyana kapîtalîzm nakin û ji bo xwe riya azadî û rumete hildibêjêrin. Tucar şehadet tevgerê azadiyan tine nakin, her şehadet îdea û biryara azadiyê xurt dike. Ev şehadet roja me ronî dikin û wê heta dawiyê jî bijîn.’’
Ferîde Alkan anî ziman êrişên li ser tevgera azadiya Kurdistanê Ji 2015’an heya niha bê navber didoman û wiha pê de çû:
‘’Di rastî de çil sal in, heta em hinek din biçin dîrokê 200 salan li Kurdistanê şer bi awayek dijwar tê meşandin. Piştî komara faşist ya qirker jî, li her çar perçeyê Kurdistanê şer berdewam kiriye. Jixwe 1984’an heya niha bi awayek çekdarî şerê gerîlatî tê meşandin. Lê belê ji 2015’an heya niha cara yekem e ku bênavber şerek pir dijwar tê meşandin. Hêzên ku em jê re dibêjin Ergenekon, faşîzma spî, reş û kesk bûne yek, yanî jêre dibêjin ‘Tifaqa Kizil Elma’ ango tifaqa AKP’ê û MHP’ê jî tê gotin. Bi hemû amûra xwe, bi hemû hêza xwe û teknîka xwe wek rejîmek şerê taybet ku plan kiriye çog dayne. Jixwe hebûna me jibo xwe wek pirsgirêkek bekayê dibîne. Ji 2015’an heya niha tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi sed hezaran însanên tekoşer yên gelê Kurd di zindanan de ne. Kurdistan hemû bûye zindan. Li ser gel ewqas şerekî dijwar tê meşandin. Heman demê li hember gerîla jî ji 2015’an heya niha şerek dijwar tê meşandin. Di vî şerî de rojane nêzî çil, pencî balafirên şer bi kar tinîn. Bi hemû cure çekên xwe bi hemû amûr û hêza xwe ve, heman demî hêzên paramîlîter, ev ên ku wek DAIŞ rêxistin kiri e, yên wekî El-Nûsra li hemberî gerîla bi kar tînîn. Li hember gerîla şerekî 24 seat tê meşandin, ji bo gerila xwe veneşêre, hemû darên Kurdistanê dişewitînîn an jî jêdikin. Ji bo hatin û çûyîna gerilla qut bibe li ser xaka Kurdistanê bendavan çêdikin. Faşîzma AKP’ê-MHP’ê Bakûrê Kurdistan bi awayek pir dijwar dagir kiriye û dixwaze herkesi bike sixûr. Heman demê Kurdistan kiriye cihê fuhuş û cihê madeyên hişbir. Ji bo civaka Kurdistan birize, daxwaza azadiyê nemine, gerîla bi tenê bimîne, timî şer dimeşîne. Li ser gel jî bi şerên psikolojik ya taybet propaganda dimeşîne ku wê me îsal an jî vê mehê biqedînîn. Li hember van êrişan, hêzên gerîla di pêşengtiya YJASTAR’ê de li hemû çeperên Kurdistanê de berxwedaniyek mezin meşand. Di vê pêvajoyê de şehîdên mezin çêbûn. Rast e bedel hatin dayîn. Wek hevalên Zîn Cizîre fermandarê Dersîmê, Çîçek Kurtalan, Sarya Colemerg, Jînda Dersîm, Berçem Gever, Gûlnaz Ege ew jî hevalekî me ya Tirk bû, Azê Malazgîrt, Nujîn Ankara, Şevîn Çewlîq, Evîn Amed, Doza Mardîn, heman demê fermandarê me ya mezin Delal Amed ku li saha Botanê fermandar bû, Binevş Cenk, Helîn, Jînda Ozgûr û bi dehan hevalên din bûn berdelên giran. Lê tu carî nehiştin ku dijmin bi ser bikeve. Ev berxwedaniya wan hesabê dijmin pûç kir û û berdewamiya gerîla misoger kir. 2020’an Heftanîn tevahî dagirkirin, lê di pêşengtiya heval Esmer û Zelal de êriş hatin pûçkirin Xwestin Garê dagir bikin, di pêşengtiya Şoreş Beytûşebab de hezîmetek mezin jiyan. Ji 23’nîsanê heya niha êrişên dagirkirinê li Metîna, Avaşîn, Zap dixwazin bicîh bibin. Lê me dît, di berxwedaniya Zendûra, Werxelê, Girêsor, Cîloya Biçûk û bi giştî seranserê Zap, Metîna û Avaşîn de berxwedaniyek pir mezin tê meşandin. Ev berxwedanî dijmin lewaz dike. Niha em dibinîn ku rewşa AKP’ê û MHP’ê di çi halî de ye. Sûleyman Soysuz û ekîba wî di vî şerî de ji xwe re çiqas rant ava kirine niha derdikeve holê. Dewlet Bahçelî li xwe mikur hat ku sedema ewqas birçîbûn, xîzanî û feqîriya gelan ji ber şerê ku li hember gerîla didin meşandine. Niha Sedat Peker derketiye, hemû rastiya wan tîne ziman. Ew jî dizanin ku ne gengaz e bi ser bikevin. Li hember bi bedenên tazî ya mîlîtanê PKK’ li zindana Amedê bi ser neketin e, 23 sal in li Îmraliyê bi ser neketin e, di şert û mercên îmraliyê de Rêber Apo ewqas paradigma, fikir, raman pêşxist. Di qada gel de jî bi ser neketin, ne li Amedê, ne li Wanê, ne li Stenbolê, ne li Edana bi ser neketin. Jixwe di berxwedana Garê de derket holê ku tucarî nikarin bi ser bikevin. Niha jî di gelek qadên gerila de şer di pêşengtiya jinê de pêş dikeve. Jin xwe wek îradeyek mezin birêxistin kirine. Di pêşengtiya jinê de eşkere bûye ku wê tekoşîna me bi ser bikeve. Keç û xortên gelê Kurd wek gerîla ji vîna bi pola, bi daxwaza agirê azadiyê liberxwe didin û bi ser dikevin. Rûxmê di hindir de jî alîkarê dewleta Tirk û nokerê wî hene, lê cardin jî bi ser neketin. Herî dawî li Xelîfanê 6 heval bi namerdan e şehîd ketin, di wan şehadetan de Rêheval Tolhildan ku hevalek pir hêja bû, hevalekî me ya ku di tekoşînê de xwedî rolek girîng bû.”
Ferîde Alkan di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku şehîd sedem û hêza serketina wan in û dilsoziya jinê ya bi welat re, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi azadiyê re, wê têrê bike ku faşîzmê têk bibe. Ferîde Alkan got, “Ev pêvajoya ku 7 sal in dimeşe wê bi serketina gelan tacîdar bibe.”