ATÎNA – Li bajarê Atîna yê Yûnanîstanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şehîdan merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranîna ku li Navenda Çandê ya Şehîd Elefterya ya Atînayê bi beşdariya dehan kesî hat lidarxistin de, alên PKK, HPG û wêneyên şehîdan, her wiha posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hebûn.
Aktivîsta Tevgera Ciwanên Şoreşger ku di bîranînê de mafê axaftinê girt. Di axaftinên xwe de destnîşan kir ku dilsoziya bi şehîdan re wê têkoşîna wan mezintir bike û destnîşan kir ku wê ciwan her tim di nava têkoşînê de bin.
Aktîvîstên TCŞ’ê bi armanca şermezarkirina îxaneta PDK’ê û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî qadên gerîla bikar tîne li hemberî wan soza bilindkirina têkoşînê dan.
Piştî axaftinan, sînevîzyon hate nîşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.