STENBOL – Ciwanên Welatparêz li navçeya Kaxitxane ya Stenbolê karê nivîs û çapkirinê kirin.
Ciwanên welatparêz ji ber salvegera 24’a komploya navneteweyî ya meha Cotmehê çalakiyên xwe didomînin.
Ji ber ku Rêber Apo di sala 1999’an de bi komploya navneteweyî dîl hat girtin, di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin.” Ciwanên welatparêz gotin, “Dema ku em dikevin sala 24’an ya komploya navneteweyî a 9’ê Cotmeha 1998’an, em hemû komplogeran şermezar dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Komploya li dijî Rêber Apo ne tenê li dijî PKK’ê û gelê Kurd e, li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em hemû dewletên komploger ên di komploya navneteweyî de cih girtine, bi kîn û hêrseke mezin şermezar dikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk bê emê çalakiyên xwe bidomînin.