NAVENDA NÛÇEYAN – “Ji Bo Ku Em Hevalê Xwe Xelas Bikin, Hevalên Me Ji Şeş Ciyan Êrîş Dikirin, Êrîşên Dijmin Dibersivandin”
Sal 1999 bû, meha 9’an bû. Pevajoyeke pir giran bû. Serokatî hatibû girtin, hemû hêz derketibûn pratîkê. Diviya tola komplogeriyê ku li hemberî Serokatî hatiye li darxistin bihata girtin. Salekî di her aliyê de giran bû. Nakokiyên hundirî û ya derve ser hev de hatibûn. Ev pêvajo di hundirê herkesî de hêrsekî pir dijwar jî bi xwe re dabû çêkirin.
Em derketibûn milê Hecî Umran. Em li milê Berdenazê disekiniyan. Berdenazê tev de zozan e û gelek sar bû. Wê çalakî li ser Koto bihata çêkirin. Pêşmerge li wir bûn. Li beramberî gira Koto jî Berdezerê heye. Li wir doçka hebû. Dora çil-pênce pêşmerge hebûn. Girê ku dijmin lê bû, milekî ve direjî ber bi Çomanê ve, li mile din jî dirêjî milî Hecîumran dibû. Li binya girê jî riya seyare hebû. Ew rê dikete navbera Çoman û Heciumran. Girê ku pêşmerge lê bûn wê riyê diparast. Li mile paş de jî Berdesorê hebû. Ew der jî gundên Çoman diparast. Li ser girê Berdesorê jî girê herî mezin ya Başûr, Girê Helgurt hebû. Li wî aliyê jî heval hebûn lê ev meqera ku dijmin li ser e, navbera me qut dikir. Meyê him riya di navbera xwe de rakiriba him jî wê bibaya çalekiyeke tolhildanê. Hejmara me dora sî kesî bû. Di wê çalekiyê de cara yekem ez weke bijîşk neçûm. Ez him fermandar bûm him jî bi bijişkiyê re mijûl dibûm. Loma jî ez diçûm hemû çalekiyan.
Hevalan gotin:
“Bila vê carê Hevala Erşem bêhna xwe veke, bila Hevalê Dr. Mahîr biçe.”
Plansaziya çalekî hate dînandin. Piştî wê weke sê mil, ji sê aliyan, her yek ji sê kesan êrîşî ser girê kirin. Her qolek jî taqwiyekê wê hebû. Kordîne li ser girekî biçûk ku her der te dikarîbû xistiba bin çavnêriya xwe, li wir sekinîbû. Dikete beramberî girê dijmin. Li ser qolekî Hevalê Sason, li ser yekî Hevalê Hakî Riha, yek jî hevalê Rojhat bû. Di her qolê de hevalên keç jî tê de ciyê xwe girtibûn. Riya ku diçû ser girê dijmin, zîqzaq, hinek ciyan de şikêr û hinek ciyan de jî ewrazeke rût bû. Çalekî êvarî saet di navbera yek- dido destpêkir. Qolê Hevalê Sason di navînê de bû. Li cem wan çend heval birîndar ketin. Girê dijmin heval nedikarîn bidest bixin, ji ber ku doçka li hemberî hevalan pir dişûxilî û mecal nedida ku heval bigêjin ser girê. Û dijmin xwe zû bi rêxistin kiribû. Ji ber ku milekî girê ket lê mile din di wextê xwe de neket û dijmin xwe komî ser hev kir. Heta wê demê jî taqwiye ji bo wan hatin. Vê carê êrîşên dijber destpêkir. Êrîş zivirî şerekî dijberê hev. Sê-çar hevalên me birîndar bûn, du heval sivik bûn lê di nav de ya herî giran Hevalê Sason bû. Şer heta saet pêncê sibê berdewam kir.
Di dawiyê de ji bo ku bikaribin xwe paş de bikşînin, diviya alîkarî bihata şandin. Hevalê Sason di ciyê çalekiyê de birîndar bibû. Saet sisiya sibê, gazî min kirin û gotin:
“Zû were, divê tu derbasî ciyê êrîşê bibî, heval li wir birîndarin.”
Ez bê rawestan çûm ciyê çalekiyê û saet çar û nîvê gihaştim cem hevalan. Êdî dinya ronî dibû, ji girên dijmin her der xweş xuya dikir. Heta wê gave jî gir nîv ketiye û nîv neketiye. Hevalî Mahîr Serhet bi min re hatibû. Bengî Mêrdîn bi min re hatibû. Em her sê bi hev re, li ser zik heta wir çûn. Ne PDK ne jî em bi serneketibûn. Dijmin me pir rihet didît. Wan pê hesiyan ku hevalekî me birîndar e û giran e. Em ji bo wî tên. Wan jî xwe bi tevger kirin ku êrîşî li ser me bikin.
Em gihaştin ciyê ku Hevalê Sason lê bû. Gule li zikê wî ketibû û roviyên wî hemû li derve bû. Destê wî jî gule lê ketiye, hestî û goşt bi hev re hûr bibû. Ji zendê jêr ve dest birîndar bibû. Milê rastê dest tenê bi çermekî zirav pê ve mabû. Destpêkê min xwest derziyeke xwîn sekinandinê lê bidim. Min berê xwe da ku derzî derînim û lê bidim, lê min yek car dît ku du pêşmerge ji cem me re serê xwe rakirin. Ji ser me re tarama kirin. Di wê gave de xwestibana me bikujin, dikarîbûn lê nedixwastin me bikujin, dixwastin me bi saxî bi dest bigrin. Armanc radestiyê me bû. Kordîne her digot:
“ Erşem gihîştiye cem Sason an na?”
Hevalên me yên xort careke din ketin êrîşê. Ew du pêşmerge reviyan. Me hevalê Sason rakir û bi qasî bîst mîtro me şun ve kişand. Ji bo em bikaribin wî xilas bikin, diviya em rihet û aram wî derman bikin. Heta me Hevalê Sason rakir û jêr ve bir, hevalên din careke din ketin êrîşê de. Lê ji aliyeke din ve hevalî birîndar pir xwîn wenda dikir. Me heval dîna erdê, ku ez destê wî girêbidim. Gava min ji çentê lastîk derxist ku ez milê wî girêdim, min meyzand ji du aliyan ve car dî pêşmerge êrîş anîn ser me. Bi qasî bîst mîtro nêzî me bibûn.
Hevalan ji şeş qolan parastina me dikirin ku em hevalê xwe xilas bikin. Êrîş birin ser wan. Yek ji wan hate kuştin. Me Heval Sason careke din hinek bir jêrtir. Di vê navberê de saet bibû şeşê sibê. Hemû pêşmergeyên ku êrîşî me dikirin reviyan. Dora deh cih, ku her yek sê heval lê bûn, dora me hevalan çemberek çêkirin. Hemû hêzên me di parastina me de bûn. Me Hevalê Sason hinek din bir ciyeke guncawtir. Lê di vê navberê de Hevalê Sason pir xwîn wenda kiribû. Min yek car dît ku çavê wî çûn. Min rasterast serûm pê ve kir. Hemû canê wî de min derzî ceriband lê yekser canê wî derzî nedigirt. Nabiz û lêdana dil nedihat bîstin. Tenê hinaseyên dawî di qirik de mabû. Bedena wî hêdî hêdî sar dibû. Lingên wî cemidîbû.
Di hundirê min de tenê dengek hebû, “divê tu vî hevalî xilas bikî.” Min nedikarî tişteke din bifikrim. Her çavê wî li ser min e. Çavê wî rasterast li dilê min dimeyzand. Hêviya wî yê dawî ezbûm.
Çavên wî, umrê wî bi min da fikrandin. Ji bo xilaskirina wî, canê xwe dandin jî ne bes bû. Jiyaneke ku niha di çavan de kom bûye, li min dinêre. Ew awirên ku bi giştî jiyanekê ve dagirtî, dilê min cirufand. Temenek bi xeyalên pêşêrojê, di hundirê du çavan de li min dimeyzand.
Bi xwe, yekî zêde bejindirêj nebû, porên wî dûz û reş bû. Sason bi xwe ji Silêmanî bû. 1997’ê tev lî me bibû. Di jiyanê de pir zindî bû. Weke pezkuviyan bû. Herkes jê hez dikir. Gava gotibûn Hevalî Sason birîndar ketiye, herkes pir bê moral bûn. Hevalekî bêdeng bû lê bi tevlîbûna xwe ya jiyanê, pir bi lebat bû. Hevalekî esmer û zirav bû.
Him umrê wî gelek cîwan e, him jî hemû heval gelek ji wî hez dikirin. Destê wî, ji dervê ve me dirand û damarê wî derxiste derve û wisa me hewl da ku em serûm bidinê. Derzî neçû damar lê me damar anî ber derzî. Min hêdî hêdî serûm dida damar û bi masaj rê dikir. Piştî deh deqe min meyzand serûm çû damar. Dema çariyek çêbû, min meyzand nabzê wî jî lê da. Her deh û bîst saniye carekê dilopek serûm derbasî damar dibû. Hêdî hêdî hêza damar ku bikaribe serûm bigre çêdibû. Car dî jî ez ne ewle bûm, loma jî min ji hevalan re di wê kêliyê de negot. Piştî bîst deqe, êdî damar bi xwe dikaribû serûm bigre, wê gavê bê hemdê xwe min qîrek da û got:
“Hevaaal! Heval şehîd nakeve!”
Min dît hevalê Sason çavê xwe vekir û keniya. Wê gavê min êdî ji bîr kir ku em di nava çemberê dijmin de ne. Tenê ez û wî hebûn. Ew hêza daxwaziya xilaskirina wî, te di go qey bûye hêzekî jiyanî ji bo wî. Di çavên wî de, vê carê jiyan li min dimeyzand û dikeniya. Di çavên wî de vê carê hêz û daxwaziya jiyanê li min dimeyzand. Li wir careke din ez vegeriyabûm jiyanê. Di çavên herkesî de şewqa serkeftina çalekiyeke mezin hebû. Te di go qey îro ji bo vê bûyerê em li vir bûn û em bi serketibûn.
Destê wî, min girêda. Ciyê ku rovî lê derketibû, dora heft-heşt santîm diriyabû. Roviyên wî car dî, bi destên xwe min xiste ciyê berê. Ciyê diriyayî jî bi paçê dermankirî min dagirt û girt. Lê belê hê jî xeteriyê jiyanê hebû. Rewşa wî giran bû. Saet bibû heft. Diviya me wî, ji wir jî rakiriba ciyekî guncawtir ku em bikaribin pansumaneke baştir bikin. Piştî ku min goştê şewutî jê ve kir û pêça, me hewl da ku em wî bigînin ciyê hevalan. Darbest ji aliyê hevalan ve çawa hate amadekirin ez pê nehesiyam, ji ber ku hemû bala min li ser wî bû. Yekcar min meyzand darbest amade ye. Hemû heval tilîlî kişandin, dor bi dor jê re stran digotin. Gava em bi rê ketin, ciyê ku doçkayê dijmin lê bû, em dîtin. Lib libî guleyên doçka davêtin me. Ez nizanim em çawa hatin lê heta em gihaştin ciyê xwe, tiştek bi kesî nehat. Her ku em pêş de dihatin, ew deh ciyan de, hevalên ku parastina me dikirin gav bi gav xwe paş de kişandin.
Em gihaştin Berdenazê, lê berî em bigêjin, di rê de Hevalê Sason ji min pir av dixwest. Gava ku mirovek birîndar dibe û pir xwîn wenda dike pir dilê wî diçe avê. Her carê digot:
“ Ez baş im, avê bidine min”
Carek min got:
“Em nadin”
Cara diduya wî got:
“ Ger tu nedî ez ê xwe ji ser darbestê bavêjim.”
Min meyzand ji min re got:
“ Ka were, ezê tiştek ji te re bêjim”
Gava ez çûm cem wî, min dî yekcar ji pora min girt û got:
“Yan tu dê avê bidî min, yanê ez pora te bernadim.”
Min jî got:
“ Bila be, tişt nabe, bila pora min li cem te be”
Ez pê re jî dikeniyam. Fermandarê yekîneyê Hevalê Haşîm jê re digot:
“ Şerm e,ew doktora te ye, berde”
Lê wî her digot:
“ Naaa! Bila avê bide min, ezê berdim”
Hevalê Haqî hebû, fermandarê taximê bû. Hate cem wî û got:
“ Qey tu şerm nakî, tu ne zilamî te pora jinekê girtiye û tu ji bo avê bernadî?!”
Wê demê hinek ber xwe ket û pora min berda. Lê li min zivirî û got:
“Neyse, emê hesabê xwe li noqtê bidine hev”
Min jî her digot:
“Em biçin ciyê xwe, ne tenê av, tu çi bixwazî ezê bidime te, hema bila daxwaziya te xwarin û vexwarin be.”
Du saet û nîv de em gihaştin cem hevalan.
Di noqtê de min destê wî pansuman kir, hemû hestiyên şkestî jê derxist, paqij kir, ciyên ku dihatin dirûtin me dirût. Yên ku nedihatin dirûtin me pêça. Bi textên zirav ve me destê wî asê kir. Roviyê wî dora deh santîm kun kunî bibû. Ew ciyê ku wisa lê hatibû, min qut kir. Her du milên roviyê, car dî min bi hev re girêda. Bes min birîna wî yê li ser zik vekirî hîşt. Ji bo ku dema biçe nexweşxanê, bikaribin ameliyat bikin. Êvarî milîsekî Îranî hat û me wî radestî wî kir û li ser darbestê riya heşt saetan heval ketin rê. Ez jî pê re çûm. Serûmek jî me pê ve kiribû. Her saetê carek, min wî kontrol dikir. Di sînora Pîranşerê ez paş de vegeriyam.
Ez vegeriyam lê hişê min li ser wî bû. Gelo me dest avêtibû birînê, lê çiqes rast bû, gelo kemasiyên wî hebûn an na?
Heşt meh derbas bibû. Em li Dola Eyşê bûn. Piştî demeke dirêj, rojek min meyzand ji min re pênûsek hatiye. Ji min re gotin:
“Vê pênûsê ji te re Hevalê Sason rêkiriye”
Min rewşa wî pirsî, gotin doktorên Îranê gotine “destavêtina birînên wî, di cî de û rast hatiye kirin”. Guleyê ku li zikê wî ketî û roviyê wî derxistibû derve, bi jahr bûye. Ger we qut nekiribaya dibêtiyê xilasnebûyînê jî hebûye. Ew deh santîmê ku me ji roviyê qut kiriye, jiyana wî xilas kiriye.
Belê, di derfetên wisan de him weke jinek, him jî weke hevalek, jiyana hevalê xwe xilaskirin coşeke mezin bû ji bo min. Dibe ku ew heval careke din bi jiyanê ve hatibû girêdan, lê ji bo min hêzeke mezin ji bo parvekirina jiyanê bû. Li gorî min, jiyan herî zêde mafê gelê kurd û Şervanên azadiyê bû. Ez ne bijîşkeke xwedî derfet û merc bûm ku her tim jiyana hevalên xwe xilas bikim. Lê ez li vir tenê ne bijîşk im, him heval im, him jî şervan im. Tu pê dihesî ku tu her tiştî hevalên xwe yî. Min di parastina vê mafê mirovaniyê de roleke erênî leyîstibû, ma çi ji vê xweştir?!!.
Li vir tu ji kuderê hatiyî, tu xwedî malbateke çawanî, nav û dengê te çawa ye û gelek pirsên bi vî rengî bê wate ye. Herkes heval e. Tiştê herî xweş hevalê xwe parastin û hêza jiyanê dayîna wî ye. Daxwazî û hêza jiyanê di kesayeta me, zarokên Kurdan de, di Kurdistanê de careke din şîn dibû. Dilê xwe de van hestan rakirin wateya herî mezin e ji bo min.