NAVENDA NÛÇEYAN –
Çil û Çar
Çiyayê bi heybet ji newala kûr radibe..
Bilindahiyên ji kûrahîyê çêbûne…
Dibêjin; “Çiyayên herî bilind ji deryayên herî kûr çêdibin;
ji êşa herî kûr şahiya herî mezin çêdibe.”
Mîna Çil û Çar…
weke Bêrîtan…
Demên berê, cîhan şîn bû, mîna ezman. Dûv re av dest pê kir ku kêm bibe.
Piştî ku av hilkişîyan, ji dîlana pêlan çiya derketin û gelî…
Û çiqas kûr be gelî, ewkas bilinde çiya…
Kîjan demê di navbera çiyayên bilind û gelîyên kûr bi ber bi dawiyê de bimeşî,
Xwedawenda çiyan şehîd Beritan tê bîramin.. Bi taybetî ger meh Cotmeh be, dema ku rêç
şopên wan di bin pelên zer de winda dibin li ser salnameya tê nivîsandin. Demjimêr 25 bû.
Dayîka xweza, kince kesk û sor û zer li xwe kir, çi di aliyê jiyanê de hebe bi bayê payîzê re
her tiştê hembêz dikir û xwe ji demê re amade dikir. Wext hatibû. Û tehtên sor li Xakurkê bi
qêrîna azadiyê, dengê zalgît ê ku ji êşê jiyanê diafirîne bi qêrîna “Bijî Serok Apo dengvedida..
Li hember xwedayên zalim, bi rûh kulta xwedawendên li Dêrsimê Besê û Zarifeyan xwe afirand.
Keça serhildêr a Mûnzûran bi heybeta zinarên Çil û Çaran ber bi azadiya gelîyê kûr ve herikî.
Hevala Bêrîtan rûh çiyayî bû. Ew bi lorîna dayika axê yê ku ji civakbûnê re dergûş bûye mezin bûbû.
Wî pîrozîya van axan, bi giyanê berxwedanê yê ku Anafatma geş kirî, di dilê xwe de kir wek tag û
di heman demê de haydar bû ji rastiya xiyaneta ku sorbûniya çiyayan dianî.
Li hember teslîmîyetê xwe kir sûlawek ku şahiyek mezin bide zarokên azwerên sibê.
Ji bo mirovên rûh azad zêde bibe wî xwe ji kortala Çil û Çar avêt û bask girt. Jinekê evîndarê
azadiyê bû ku bû bi bask. Ew rihê koletiyê ya ku dihate parçekirin bû.
Evîna jiyana azad ya ku di hundirê Şehît Beritan de, li ser lûtkeyên Çil û Çar li çar perçeyên welat belav
bû û dest da ser erdên pîroz, û bi her biharê re şîn dibe, dibe pel li ser şaxekî û li dora me kesk dibe.
Newaya wî ya azadiyê bîst û yek sal e li çiya û deştên seranserê welatê me deng dide. Her ku deng vedide,
têkoşîna me ya azadiyê mezin dibe. Em.her gav bi şopandina şopa wî gavek din nêzî jiyana azad dibin.
Bîranîna wî wê li ser vê rêyê her tim ji me re bibe ronahî. Em li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe
ditewînin û em di kesayeta şehîd Beritan de hemû şehîdên xwe yên azadîxwaz, dilpakên çiya û şehîdên meha
Cotmehê bi minetdarî bi bîr tînin.
Reva te ya azadiyê mîna Munzur e
Dema ku diherikî ji, serhildêr û xedar î
Tu ji dîrokê hesab dipirsî
Di afirandina kêliyan de
Zanîna mirina ji rêze
Bêhêvîtiyê re lêkerî
Dema ku mirin ji bedena te şerm dikir
Di barana payîzê de
Heycana hevdîtina axê ya yekem car
te dipêçin û bi xwezayê re entegre dibî
tu dibî jiyan