NAVENDA NÛÇEYAN – Sal 1971…
Qêrînek ji dayîkek serhildêr ya ji Dêrsima bi xwînê sorbuyî pekya,bu ronahî û tarîtî çirand. Zarokek biçuk û piştre dîrokek mezin.
Şehit Berîtan, bi navê xwe yê din diğer Gulnaz Karataş… li navçeya Çewlig Solhanê ji malbatek bi eslê xwe ji Dêrsimê hatiye ser ruyê cîhanê . Gulnaz Karataş dibistana seretayî û navîn li Elezîzê dixwîne. Piştî wê jî li İstanbulê diçe zanîngehê beşa aborî. Gulnaz Karataşa ku bi aliyên xwe yê serbilind û pir pirtuk dixwîne di Newroza sala 1989 an de dizane Kurde. Ji vir û pê de êdî jibo wê her tişt cudabu. Gulnaz Karataşa ku dizane êdî nikare di sîstemê de jiyanbike. Di sala 1990 an de berê xwe dide çiyayên azad.
Di 9’ê Gulana 1991′ an de li çiyayê Cudî digihe yekineyên gerilla û di sala 1992 an de weke fermandara taximê vedigere Şemizînan. Piştre di salan1992 an de tevlî şerê Başur dibe.
Di vî şerî de hat xwestin ku carekedin îxanet di kurahiya dîrokêde were dayîna pêkanîn. Neviyên Dehaqê ku ji xwîna Kurdan têr nebuyî berê xwe dan zarokên serhildêr yên Mezopotam ya ku di çiyayên azad de şax vedayîn. Armanc ew buku carekedin komkujiya Zilan, Dêrsimê bidin jiyankirin. Armanc jinên rihê tekoşîna Kurdistanê zindî kirîn carekedin di rupelên ixaneta taritiya dîrokê de bifetisînin bu. Lê tişteke ku hesap nekirîn hebu. Jina têhniyê azadiyê û heqîqetê bu jibîrkirîbun.
25’Cotmeh sal 1992… û wê rojê di dîrokê de rupelek nû tê vekirin… Şehit Berîtan bi ketina nava van fermandarên şer yên bê mirin û derbeyek mezin li dîroka koletiya hezar salî ya jinê dide…
Dema derdora taxima Şehit Bêrîtan tê girtin,taxima xwe digre parastinê,pişde vedigere û cardin şer dike. Şehît Bêrîtan ku ji ruyê xwe,mil û singa xwe birîndar buyî heya guleya xwe ya dawî şer dike. Jibo ku nekeve destê dijmin çeka xwe parçe dike, çeka xwe ya ku parçe kirî hemêz dike û weke perperîka çaremîn ku gihiştî heqîqetê bi slogana “Bijî Serok APO” xwe di zinarê Xakurkê de di avêje xwar.
Şehit Bêrîtan îro di tekoşîna bi milyona jinên Kurd ku li ser şopa wê dimeşin navê wê,çeka wê rakirîn de jiyan dike. Ala berxwedanê ku ji Şehit Bêrîtan ango Gulnaz Karataş hatî girtin îro li Zap,Avaşîn,Metîna û her bostek xaka Kurdistanê bilind dibe.