STENBOL – Cotmeh ji bo gelê Kurdistanê û her wiha ji bo dîroka şoreşa cîhanê meheke bi wate ye. Meha şehîdên me ye, ku her roj berxwedanek mezin dimeşînin. Ya ku vê mehê tacîdar dike salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan Gulnaz Karataş e, ku di sala 1992’an de di Berxwedana Destana Xakûrkê de heta guleya dawî li ber xwe da û piştî ku çeka xwe şikand, bi hilbijartina berxwedana li hemberî teslîmiyetê, xwe ji zinaran avêt û şehîd bû.
Bi boneya 29’emîn salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan, bîranîn û çalakiyên bi pêşengiya ciwanan bi rojan pêş de dest pê kirin, dewam dikin.
Ciwanên welatparêz jî bi nivîsên xwe yên li navçeya Arnavutkoya Stenbolê Ş. Bêrîtan bi bîr anî. Di xebatê de nivîsên “Bêrîtan dijî, PKK li ber xwe dide” û “Bijî Serok Apo” derketin pêş.
Ciwanên welatparêz di berdewamiya daxuyaniya xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.