ŞEHBA – Şehîd Berîtan ango Gulnaz Karataş bi sekna xwe ya li dij îxanetê ji bo gel û taybet jinên Kurd bû nîşaneya berxwedan û sekna bi rûmetê.
Xeta dij teslîmiyetê berxwedayinê ya ku Şehîd Berîtan ava kir ji bo jinên Kurd bû nexşerêyek û hezaran jin îro li ser wê nexşerêyê ber bi sibehên ronî ve dimeşin.
Her sal di 25’ê meha Cotmehê de gelê Kurd şehîda xwe ya leheng bi awayên cur bi cûr ve bi bîr tîne. Îsal bîranînên Şehîd Berîtan li her çar parçeyên welat û derveyê welat ji aliyên kurdîstaniyan ve rojan pêş de pêk hatin.
Taybet îsal jinên Ciwan di pêşengtiya organîzasyonên li van bîranînan dikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan yê li Şehba ji bo salvegera şehîd Bêrîtan li gorstana Şehîdên Berxwedana Serdemê mûm vêxistin. Merasîma ku deqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir de gelek ciwan û jinên ciwan amade bûn. Her wiha li ser navê jinên ciwan heval zîn axivî.