AMED – Li Licê makîneya înşaetê ya ku rê li qereqolê vedikir şewitî.
Di demên dawî de qereqolên ku dewleta Tirk li ser her çiyayekî bi talankirina xwezaya Kurdistanê ava kiriye û rêyên diçin van qereqolan li herêmê bûye sedema bertekên raya giştî.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtin, duh bi şev alavên înşaetê yên ku rêya qereqolê di navbera gundên Zengesor û Serdenîkê de çêkirin, şewitîn.
Li gorî agahiyên destpêkê, Kepçeyek hate asta nekaranînê, gundiyek ku têkildarî bûyerê hatibû binçavkirin serbest hat berdan.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên me yên ji herêmê hatin girtin, hate ragihandin ku di van kêliyan de balafirên keşfê û helîkopter li esmanê herêmê digerin, bi dehan leşkerên dagirker jî sewqî herêmê hatine kirin.