LAVRÎO – Gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 29’an a şehadeta xwe de û şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li paytexta Yewnanîstanê Atînaya bajarokê Lavrîoyê bi bernameyek girseyî hatin bîranîn.
Bîranîna bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li salona konferansa Şehîd Rustem Cûdî hat li dar xistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hat kirin. Di axaftinan de bahsa berxwedana Berîtan û sehîdên meha cotmehê hat kirin. Piştî axaftinan helbest hat xwendin.
Piştî axaftin û xwendina helbestan li ser têkoşîn û jiyana Bêrîtan sînevîzyonek hate nîşandan. Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.