ŞELADIZÊ – Çekdarên PDK’ê ku li geliyê Balinde welatiyê bi navê Wezîr Tayîb ê ji eşîra Rêkaniyan qetil kir, destûr nade malbat û gelê herêmê konê şînê ango sersaxiyê deynin.
Çekdarên PDK’ê şevê din du welatiyên xelkê gundê Sîte ya ser bi Şêladizê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Wezîr Tayîb Rêkanî jiyana xwe ji dest da û hate gotin, agahî ji kesek jî nayê girtin.
Li gorî agahiyên ku me ji xelkê herêmê girtiye Wezîr Tayîb bixwe jî pêşmergeye û ji bo heywanên xwe çûbû Geliyê Balinde. Heman çavkanî diyar kir desthilata PDK’ê ya li herêmê rê nade malbat ji bo Wezîr Tayîb konê sersaxiyê vede.
Muxtarê gundê Sîteyê li ser fermana PDK’ê, bi peyameke nivîskî ragihand, wê konê sersaxiyê ji bo Wezîr Tayîb Rêkanî neyê vedan. Lê di daxuyaniyê sedema nedanîna konê sersaxiyê ne hatiye gotin.
Ciwanên Şêladizê jî li ser hesabên xwe yên fecabookê şermezarkiribûn û ragihandibû, ewê bersiva êrîşan bidin.