Ji min re gotin tu divê şehîdan binivîsî. Lê dema ku dor hat nivîsandina ez li yê yekemîn geriyam. Bi fikara ka wê çawa te binivîsin. Min gotinek bihîstibû ku şehîdan bi fikar dinivîsin. Lê ez berevajiyê viya fikirîm. Bi ya min em ên ku dijîn bi fikar dinivîsin. Jiyaneke ku peyvan bi dawî dike, jiyaneke ku di xeta asoyê de digere, tiştên bi têkbirina peyvan li dû wan diçin, di nivîsandina wan de her çima be ez zehmetî nakişînim, asê nabim. Lê kesekî pir bi guman im. Piştî her nivîsa ku dinivîsim kûr û dûr paşerojê bibîr tînim û dinihêrim ka nivîs min çiqas ber bi wan deman ve dikişîne. Tekane teknîka min jiyana ku hatiye jiyankirin bixwe ye. Hewl didim ku ne tiştekî zêde lê zêde bikim ne jî kêm bihêlim. Bi bişîrîn, dixwazim heqîqetê vebêjim. Dibêjin peyv û wateyên xweş sînerjiyê çêdikin û gelek kes ji viya îlham digirin. Çend roj in di nav lêgerîneke wisan de me ku rast li peyvekê jî ji peyvên ku lê digerim, dixwazim bibînim nehatim. Ji bo vê yekê her ku peyv zêde dibin wateyên di bîra min de bi cî bûne kêm dibin, ji fikra çi aliyekî dizek ê peyvan hebûye xwe nagirim. Warê her ku dizîvirim û têm digihêmê; wek bi keviran ve hatibim mohrkirin, bîranînên ku min dibin paşerojê ye.
Ez wiha dinivîsim. Merîfet ne di nivîsandinê de ye, di nav wê jiyana bêhempa de, qet heq nekim jî cihgirtina min e. Ev vegotinên min, di kêliyeke talûkeyê ya ku ji mirinê re hema maye de, di nav dîmenên jiyanê yên ku mirin û jiyan hewl didin ji hev bidizin de çi hebin mîna wan, wek nirxên ku di jiyanê de cî û war girtine yeko yeko tên ber çavên min. Çend roj berî wan yan jî ev dîmenên ku bi wan kêliyan dest pê dikin her ku can dibînin, dibin wek avzêrê, tê wateya demên herî xweş ên jiyana min. Dişibe tiştekî mîna ku nemiribe, ji nav me veneqetiyabe. Kî dema ku dijî jî ew dem wek rûpelên pirtûkeke pîroz a destnedayî di cihê xwe de disekine û jiyana xwe berdewam dike. Ji ber ku ev jiyan aydî wan e, dema dinivîsim dizanim ku ew tên nivîsin. Li ser jiyana wan, tabîreke bi navê hestên li ber xwe didin nizanim çima pir li xweşa min tê. Di nivîsandinê de hewla avakirina diyalektîkeke wiha didim; pêbawer im ku enerjiya pozîtîf a derbarê jiyanê de ji aliyê wan ve tê afirandin. Ava heyatê ya derbarê jiyanê de, ev ava cewher a ku daf dide, bi xwe re dixijikîne an jî sînerjiyek diafirîne ber bi giştî ve herikandine û dibe awayê enerjiyek ku hatiye fedakirin.
Helbestkarekî navdar, di helbesteke xwe ya pexşanî ya bi navê “Nameyên ji Kahîn re” de dibêje ew bixwe jî yekî din e û belkî jî bi vê rê, bi tevkariyeke dumendî gotina “Ez yekî din e” qest nedikir? Di “nameya kahînî” ya ku ji mamosteyê xwe re dinivîsand de bi gotina “ez xwe fedayî civakê dikim” jixwe dest bi fedakirina ‘ez’a xwe ji bo yê/a din kiribû jî. “Ez difikirim” bê gotin tiştekî şaş e. Divê “li min difikirin” bê gotin. Di vir de mirov dikare bibîne ku bi serê xwe ‘ez difikirim’ têr nake, ‘ez’ divê dûçarî (merûz) çalakiya hinekan bimîne, lê ez bi ‘fikirandinê’ re, xwe bike aydî dinyayê.
Mirov bifikire, bedena ku dijî, bi hepskirina enerjiyê di têgihîştina olî de ruh digire nav lepên xwe jî dikare vê rastiyê bi awayekî cuda vebêje. Dema ku enerjî azad dibe tê maneya dema ku ruh jî ji esaretê rizgar dibe. Ji wan kesan im ku bi fikirandina vana, bi zanebûna ku ev heqîqetek e êşên me sivik dibin. Êş û azadî wek xwişk û birayên cêwî ne. Yek nebe yê din jî nabe. Tam nebûna yekî/ê yê/a din jî dikuje. Li ba me dumendiya şehîd û yên dijin nayê vê wateyê. Ez qala jiyaneke ku hatiye jiyankirin û niha hê bîranîna wî teze ye dikim.
Dema ku jiyan di ahenga demê de nebe mirov pir êş dikişînin. Di nav êşên dinyaya ku em dîtbarî dizanin de mirov pirî caran bi êş ji jiyanê xatir xwestine. Bêyî ku ji hêza bi raz û sêhr a di pişt qalpaxa çav de bibêje merheba. Birastî jî zehmet bûye ku mirov ji ruhê xwe, ji dinyaya xeyalên xwe û ji qeweta dilê xwe hêz bigire. Hinek jê ji ber wê yekê dinyayê wek dinyaya ku tê dîtin, xuya dibe fêm kirine, hinek jê jî ji bo yê ku naxuyê bûye qatilê van demên heyî. Lê jiyan tevî hemû ketin û rabûnên xwe, bê rawestan her meşiyaye, li ser vê hevkêşeya mirovan.
Li gel me jî her du wisa di nav hev de ne ku tu dibêjî qey cêwî ne. Li her tiştê ku dibîne kenek, xweşiyek zêdekirin û di ruhê xwe de hêvî çandin wek ginciyên xwînê yên ku di heman demarê de diherikin nêzî hev in. Kîngê dest diwestin em kenê zarokî yên bi milyonan ji me û wêdetir e hembêz dikin. Dema dilê me teng dibe em direvin çiya, hêvî û bestiyên (filîz) nû. Cihên ku fişek jî nagihênê hene ku li gel me bêsekin hêviyan mezin dike û dilan zêde dike. Ew hêvî ku tu nikarî di tu kozika ku êrîş dikinê de bibîni, nikarî bijidînî ango nikarî dîl bigirî. Ev îdeolojî û baweriyeke wisan e, bi jiyanê ve ew qas girêdayiye ku ala hêviyê tu car li cihê lê ketiye nahêle. Û bawerî mezin dibin, mezin dibin hêvî. Û em, bi her roja ku hiltê re bênavber ev tovên hêvî û baweriyê ji nû ve di dilan de diçînin; lê pêşî di dil û hebûna xwe de.
Ka bifikire, hêviyên te bi qasî ku lingekî te jê bibe jî tu yê hîs nekî wê mezin bin û tu yê pêl hêviyên nû bikî û biçî. Bi viya zanîn û viya di ruhê xwe de hîskirin dibe berhevkirina hêza gerdûnê di xwe de. Vaye di me de dînamîzma hêzê ya ku nayê fêmkirin û çavkaniya hêzê, hêvî û hezkirina jiyanê, azweriya wê, dilê ku fişek, tank û top nagihênê, qazan nikarin bişkênin, hêviyên dil in ên li ba me. Ji ber ku fêmkirina viya zor e, ez ne li hêviyê me ku pê re pê re bê fêmkirin, min bixwe heta gelek hêvî û bawerî fêm kirin min gelek dem derbas kirin. Min got nabe, tiştekî wiha çawa dibe kî, min digot ji mirov wêdetir e, ji ber ku min hêza mirov di wan çavên wî yên biçûk de didîtin. Min digot kîngê yê ku mirov dibîne biqede divê hêvî neqedin, piştre her ku gav bi gav bi çiyê ve çûm, her ku yên dijîn dît û min bi xwe jî hêviyên biçûk çandin wê demê min di dilê xwe de wate dayê. Min ê nezanibûya ku ez ê anora xwe di van şiverêyên bi toz de roj bi roj kom bikim û mezin bikim. Niha dema ez dixwazim binivîsim difikirîm wan hêvî û azweriyên mezin ez ê çawa li ser van rêz û risteyan bi cî bikim, paşê min fêm kir ku ez nikarim hemûyan binivîsim, lê ez difikirim ku hindik be jî divê mirov qurtek ji ava hêviyê vexwin û ji asoyên çav wêdetir biçin.
Niha dema ez di şiverêyên Xinêrê de diçim li hêviyên ku salan nikaribûye kevn bikin û demsal nas nakin rast têm. Heta wan parve nekim ez nikarim derbas bibim, an jî bi çavên zarokan ên ku li benda hêviyê ne wê xwe bide qapaxên çavên min. Erê wiha ne meşa dildarên azadiyê. Heta niha tu birîn bi qasî birîna azadiyê kûr û bi azwerî nebûye. Xweşikahiya mezin a jiyana azad bêsekin berdêl dixwaze, bênavber ji bo her kêliya ku tu dijî berdêlên nû nû dixwaze. Vaye bi zanebûna êşa berdêla azweriyeke wiha tu baz didî. Wek azweriyeke bi raz bêrawestan te dikişîne, di dilê te û şaneyên mêjiyê te yên ku li çirûskê digerin de bi dizîka û bi korsanî mezin dibe. Di me de êdî bûye meşeke bi azwerî ya ku ji dîroka me ber bi roja me ve diherike. Ger ez ji dîrokê vebêjim kîteyên azweriya azadiya destpêkê hê jî şahidên wê pistepistan dilerizînin. Bêguman jîn ne hêsan e, hele jî tu bi jiyana xwe ji ya ku “wiha hatiye wê wiha biçe” re bibêjî “BES E”. Gelek kes vê meşa me ya bi azwerî û dildarî fêm nakin lê me van azweriyan bi êşan xurt kirin. Meşa ne mimkun e ku ji bîra me derkeve û heta rûyê zarokan rojê nebîne nesekine. Wek kes bêguman ên ku diwestin heta dikevin jî hene lê em wek hêvî, wek azwerî mezin dibin. Niha dilê çend dayikan li van çiyayan davêje nayê jimartin… Dil di deryaya axê de gihan hev, tu sînor axa me ji me veneqetand, em jî di mezinahiya axê de ji nû ve gihan hev di vê deryayê de. Ev, di raza çiyayan de meşeke wisa ye ku balafirên bi hezaran metre ji me dûr radike. Tu car bergîdana kesayetî ya keda ku hatiye dayîn nehat xwestin. Di her xebata ku hat kirin de çi bi civakê da qezençkirin, yan jî me hestan çiqas vejîn kir, me xwe û vê pirsê pevre hişt.
Û wê ev wiha berdewam bike û biçe. Di destpêka nivîsê de min kirdeyeke ‘tu’ ya veşarî bi kar anîbû. Lê birastî di hemû vê nivîsa sernivîsê de tiştê ku tê vegotin ji ‘te’ pêk tê. Hê jî dema ez dixwazim navê te binivîsim destên min dilerizin, ez hê jî dikim nakim bawerî pê naynim ku tu şehîd bûyî û ji nav me veqetiyayî. Belê, RUSTEM axirê min karî ez navê te binivîsim. Vegotina te çiqas jî zor e ey rêhevalê min!
SALÊN DESTPÊKÊ
Li cihekî nêzî qada ku em lê gerîla bûn digotin xetîbek digere. Dihat vegotin ku “Bi kê re axivîbe ew kes bûye welatparêz, dest bi xizmete şoreşê kiriye.” Bi qasî gel me jî meraq dikir. Cihên ku qala wan tê kirin qadên QOSER û XURSÊ yên eyaleta Mêrdînê bûn. Wan çaxan wisa xetîbî û ji aliyê gel ve wisa qalkirin gelek girîng bû. Qad û mintiqa li gor asta propaganda û ajîtasyona hevalên ku li wê derê ne cuda dibûn. Gerîla diçû her derî lê qadên ku gerîla diçûyê asta wan a nasîna partiyê newekhev bû. Ji aliyê mirovên qadê ve navê RUSTEM pir dihat gotin. Ji gel re nasandina partiyê û piştre desteka gel a ku bi pêş diket jiyan û tempoya hevalên ku li qadê dixebitîn jî zêde dikir. Me didît ku bi demê re bilêvkirina mirovên li wan deran dijîn diguherî, uslûbeke siyasî roj bi roj bi pêş diket.
Min navê Rustem wê demê bihîstibû. Dezgehên me yên çapemenî û weşanê wê çaxê zêde ne pêşketî bûn. Bi rêya Serxwebûnê gihîştina gel, gel ronîkirin giran diçû. Vaye rêhevalên wiha vê valahiyê tije dikirin. Rojek ji yekîneyeke me ya li deşta Mêrdînê ya ku me lê faliyet dikir re notek hatibû. Di rêya qada me de çekên BKC, wê bigihîştina qada Xursê ya ku Rustem ew lê bûn. Sal payîza 91’an bû. Saleke bi baran bû. Ew sal baranê zû dest pê kiribû û meşên me yên li deştê pir neyênî bandor dikir. Di dema çandiniyê de ajotina axa sor ji çamûrê girên biçûk çêkiribû. Dibe ku ji ber temenê min ê biçûk be ez pir diwestiyam, meşeke ji bo gerîla ji rêzê bûya jî ji bo min wek astengiyeke derbaskirina wê pir zehmet dihat. Hînbûyîna derbaskirina astengiyan, bi cihekî pir bilind re dan ber hev, dibe ku taybetiyek ji wan deman bi min re mabe be. Keleha Mêrdînê ya ku wek astengiyeke pir mezin min dida ber xwe, di pirî nivîsên xwe de min wek dîamon girtibe dest jî, birastî tim li ber çavê min bû û min mîna derbasoke wek dêw a pir rihet wê neyê derbaskirin lê dinihêrt. Her tiştê min li derdora wê dizîvirî an jî ber bi wê derê ve baz dida. Strana ku min ber bi xwe ve dikişand wiha bû. Leheng û stêrkên ku ez li dû wan dibeziyam divê qey hemû li pişt wê derê disekinîn, min dikişandin. Tiştên watedar ên ku diketin dinya min a têgihîştinê her ku zêde dibûn wek milên ku ji çiyayekî mîna dêw tên xarê wateya jiyana min fireh dikirin. Ez dixwazim ev wek masûmiyeteke zaroktiya min bê fêmkirin ku min heval Rustem jî li dor vê kelehê wek sîwanek dîtibû. Piştî meşeke di demeke wek ku esman qul bûbe baran dihat, li derveyî kelehê her tişt di baranê de winda bûbû, xwe veşartibû de em çûbûn gundekî deştê. Di nav ronahiyên lempeyên kuçeyê ku zor dihatin dîtin de, lempeya malê sankî di nav peşkinandina avê de bi berxwedan ronkahiya xwe belav dikir, bi zorekê nîşana jiyanê dida. Em dema dikevin hundir bi sê gerîlayên ku cilên xwe ziwa dikin re rast tên. Ew jî nû hatibûn. Her sê jî li piyan bûn. Me bêyî ku nas bikin hîs kiribû ku hevalê parkeyê leşkerî yê ku me jê re digot parkeyê akademiya Lubnanê danîbû û bi destê me girtibû Rustem bû. Dinyayeke me ya têgihîştinê ya ku em navan ji seknê, seknê ji navan pê derxin çêbûbû.
Di nav malê de her ku nîqaş dewam dikirin ji wê rojê ve taybetiyeke ku di hişê min de mayî û min çiqas cara heval Rustem dîtibe min biriye wan deman hebû. PKK’yî nerm diaxivin, di hin derên xuya de hişkbûna wan birastî têgihîştineke ji wan deman de ji min re mayî bû. Mirov dikare vê taybetiyê gelemperî bike. Lê herî zêde ev li hevalê Rustem dihat. Peyvên wî wek şilaviyeke şematok ku di nav şimayê de hatibin şûştin diketin mêjiyê mirov. Heta bibêjî zehmet bû ku mirov li hember peyvên wî li hember xwe bide. Ez li kêm kesî rast hatime ku peyvan wek wê neşkên, ji wan tu tiştek neqetê, tek tîpekî wan jê nepekê bi qasî wî xweş bi kar bînin. Tiştekî pir balkêş e, dema ku em di sala 94’an de li hev rast hatin dîsa heman tiştê wî bala min kişandibû, min êdî wî bi vê taybetiya wî re kiribû yek. Aliyê herî xurt ê PKK’yiyan ev bû û wî cihê herî xweş qefaltibû, viya kiribû wek parçeyekî kesayeta xwe.
Sê sal şûnde, li çoltera Nisêbînê, li cihê ku me jê re digot panava Omeryan em rastî hev tên. Eyaleta GAP’ê dihat valakirin. Hema hema her roj ji Bagokê kurye diçûn Omeryayê, komek dianîn û paşve diçûn. Nermahiya di uslûba heval Rustem de derbasî kesayeta wî bûbû û em ruhekî pir mutewazî dibînin. Di rûyê her kesî de ji bo valakirina qadê şikestinek heye. Lê di rûyê heval Rustem de wateyên hîn cuda dihatin dîtin. Wan deman berpirsiyarê mintiqayê bû. Lê berpirsiyariya ku jiyan dikir wekî ku barê hemû eyaletê li ser milên wî be, tim difikirî çima, ji ber çi û divê çawa bê kirin ku cardin bikaribin vegerin eyaletê. Yên ku wî nas nekirina wê bigotina qey ew di nav xayil de ye. Eyaleta GAP’ê ji rojavayê Mêrdînê pêk dihat. Di navbera herêma Omeryan a ku em rastî hev hatin û qada ku ew jê dihat; Xursê de ji aliyê erdnîgariyê ve cudahiyeke cidî tune bû. Li Omeryanê yekîneyên gerîla hebûn. Dikaribûn rihet hereket bikin, çalakî bikin. Di rûyê heval Rustem de îfadeyeke bi xwezî, bi dilbijîn dinihêrt hebû. Temenê gelekan jê hijdeh, nozdeh bû.
TEMAMKEREKÎ BAŞ
Em heval Rustem di salên 95’an de li Mawayê dibînin. Piştî ku ji GAP’ê derbasî Botanê dibe demeke kin li Botanê dimîne. Hema piştre dikeve rêveberiya herêmê û derbasî Mawayê dibe. Li vir tiştê ku herî zêde derdikeve pêş; temamkerekî baş e. Di Kurdan de tiştê herî zor, valahiyê, kêmasî nîvîbûnê temamkirin e. Ev taybetî di nav tevgerê de jî pir derketiye holê, ji aliyê Rêbertiyê ve her tim bûye mijara rexneyê. Rêbertî digot; “Dijmin serbazên herî xurt aniye ba hev û ji wan ekîbek ava kiriye.” Hemû hevalên ku di eyaletê de berpirsiyarî girtine dixwazin bi heval Rustem re bixebitin, hêvî dikirin ku di herêma xwe de bi hev re bin. Bi qasî ku tê bîra min li Mawayê ji enî û xebatên siyasî yên din ên qadê ew berpirsiyar bû.
Pratîka herî serkeftî ya Mawayê di vê pêvajoyê de çêdibe. Gel ji wî re digotin “Xoce”. Rustemê ku min destpêkê ew nas kiribû çawa be li Mawayê jî ez wî wisa dibihîzim. Salên ku dijmin marjînalbûnê ferz dikir bûn. Sala 96’an ji bo me û dijmin saleke girîng bû. Di van salan de endamên nû li têkoşînê zêde kirin, pêwîstiyên lojîstîkê yên gerîla bi cî anîn heta bibêjî karekî zor bû. Berde pêwîstiyên qadeke din ên lojîstîkê temînkirin, pêwîstiyên qada ku tu tê de yî bi cî anîn jî mesele bû, herema ku heval Rustem lê dima hem şervan derdixist hem jî pêwîstiyên herêmên din bi cî anî. Salên herî bê pirsgirêk ên rêvebiriya herêmê bûn. Ew bû mînaka herî baş a xebata kolektîf.
YEK JI KESAYETÊN KU HERÎ ZÛ KETE PARADÎGMAYÊ
Heval Rustem, piştî kongreya şeşemîn derbasî qada Rûsyayê dibe. Em di kongreya Sêyemîn a Kongreya Gel de rastî hev hatin. Bi fizîkî pir zeîf bûbû. Dema ku pir difikirî zeîf dibû. Me vê rewşa wî dizanibû. Taybetiyên wî yên ku bi hêjayî lêhûrbûn dike û her tim di xwe de merhaleyên nû diafirîne diyarker bûn. Her peyvê her wekî ji ava can a ku dihelîne derdixist, bi giraniyeke heta bibêjî watedar difikirî. Di awirekî de mirov dikaribû bibîne ku pir cidî difikire. Di vî warî de di her mijarî de fikra heval Rustem girtin her tim encam dida. Bi xwe re di nav şerekî cidî de bû. Dibe ku xetîbiya wî ji wir tê. Her kesî dizanibû ku xwedî fikrên piştî têkoşîneke pir dijwar hatine bidestxistin bû. Ji ber wê yekê min nedît ku ji çi axaftineke heval Rustem re îtîraz, dijderketin bi pêş ket. Bi gelemperî her kesî li wî guhdar dikir.
Dema di dersan de diaxivî, min nedît ku kesî/ê not digirt. Hevalek digot; “ez not nagirim, ji ber ku ez not bigirim ez ê ji axaftinên wî bimînim”. Amûreke muzîkê ya ku nayê zanîn yan jî nankokiyên ku mirov di kûrahiyên mêjî de nikare îtîraf bike diqefalt, wek ku li mêjiyê mirov mesaj bike fikir rihet dikir. Hevalên di her astê de yên nû, kevn, entelektuel an jî ne entelektuel her heval ji heval Rustem bandor bûne. Hema her fikrî jî pêşî di xwe de dipîva, zelal dikir piştre digot. Fikrekî heta kîtekîta, detaya herî ziravî jî nedahûranda rihet nedibû. Nêzikatiya wî ya paradîgmayê jî wiha bû. Birastî nermbûna di têgihîştinê de ji destpêkê ve li gel heval Rustem hebû. Ji ber ku di xebatên gel de mabû, dest dabû ku awayê fikra nerm bi dest bixe. A rastî dema ku xwezaya civakê baş hat fêmkirin, qanûnên xwezayê bixwe yên navxwe xwedî fikreke civakî ya ku wiha dixebite ye. Fikra civakî xwezayî ye û ji kûrahiyên xwezayê tê. Rastiya mirov a ku perçe perçe viya temam dike dema di ronahiya vê diyalektîka xwezayî de hat xwendin, zêde zorahî nayê kişandin. Vaye hevalê me Rustem zimanê viya dizanî, bi awayekî pir baş dikaribû pratîze bike. Bi van gavan dest bi paradîgmaya nû kiribû. Di dema ji nû ve avakirinê ya tevgera me de karên, erkên herî zor girt ser milên xwe. Ji dîwana kongreyên herî krîtîk re bi dengên herî zêde hat hilbijartin. Di xebatên komîte û komîsyonên ku sîstema KCK’ê bi aliyên rêxistinî yên paradîgmaya nû û aliyên bernameyî de dihatin nîqaşkirin de tevlîbûneke herî zêde nîşan da. Bi zimanê xwe yê wek şerbet bala her kesî dikişand ser xwe. Kongreyeke bêyî heval Rustem fikirandin tiştekî heta bibêjî zor bû.
NEXWEŞÎNA ŞOREŞGERÎ
Her ku min li heval Rustem dinihêrt çima ye nizanim ev dihat bîra min. Ji bo hevalekî ku me pir jê hez dikir heval Abbas wiha gotibû; “Nexweşîna wî nexweşîna şoreşê ye. Heta esareta Rêbertî neqede başbûna vî hevalî ne mimkun e.” Sedemeke ku ji nexweşîna heval Rustem re nekaribûn teşxîs deynin jî her tim wê rastiyê tîne bîra min. Ji bo xwezaya mirov enerjiya mirin û jiyanê bi hevdu kişandinê, bandora wan a li ser şaneyan pir tê nîqaşkirin. Têkiliya di navbera aqil û dil de her çiqas mijara çand û hunerê be jî, nakokiya di navbera her duyan de ji ber rêgeza defdan û kişandinê ya jiyanê aliyekî wî yê ku şaneyan zêde û xurt dike heye. Ev tespîta zanistî ku dibêje hunermendekî/e ku hema li amûrekî muzîkê dide aqil û hestên xwe bi heman lêhûrbûnê li ser amûrê kûr bike wê mirineke zû bîne, taybetiyeke wisa ya şoreşan jî heye. Dilekî ku dikin nav kefa dest şewqdana wî ya ji wîcdanê re dibe awayekî din ê jiyaneke şefaf.
Hisiyata Rustemê hevalê me yê dilozan pir xurt bû û pêşbîniya hin texrîbatên ku wê di nav PKK’ê de bên jiyankirin di wî de pir zû dest pê kiribû. Cihê beredayî xerckirina nirxên şoreşê yên ku Rêbertiya me bi hezar û yek kedê afirandine, hewldana parçekirina hêvî û xeyalan mimkun bû ku mirovên ji xwe re digotin ez bi wîcdan im bandor neke? Bandor bû. A rastî nexweşînên fizîkî yên ku di bedena wî de derketibûn bi nexweşînên ku di nav tevgerê de bi pêş ketibûn dest pê kiribûn.
Nietzsche dibêje, “tiştê ku fikir hezm nake made jî hezm nake”. Ya rast, gelek nexweşînên rodî û kolonê ji rewşên wiha bingeha xwe digirin. Ez ji wan mirovan im ku aqlê xweşik, rast, sade û di dawiyê de hînî erdemê bûye fizîka mirov jî ber bi viya ve dikişîne bawer dikim. Ew, wek hunermendekî tevlî jiyanê bû.
DI AFIRANDINÊ DE MÎNAKEKE SERKEFTINÊ YA RÊBER APO
Di gelek welatên bêax de me dest vekir ji demê re. Dem jî her tim ji me dûr, di axa me de bû. Aliyê me yê binaxkirî û belkî esareta me axa me bû. Ji ber ku dîrok di axê de zîl dida. Di axê de kulîlk vedida, di axê de reng dida mirov. Ax di dil de mekaneke bi hêrs, belkî dayîkeke bi esalet. Ji ber wê yekê tov çawa digihê axê bejn davêje û av her ji axê têr dibe xwe di nav axê de dibîne. Û ji ber wê yekê dîroka me cewhera me ya ku dijî ye.
Rêber Apo yê ku viya herî xweş îfade dike gotibû “Ez Mezopotamyayî me”. Em hewl bidin ku viya di nav rengdêra hevokekê de bijidînin ji bo vî kesayetî ji destpêkê ve wê çi bên bîra mirov:
Tim mirovê axa ku gihaştiye tê bîra min.
Roja seretayî, heyverona pêşîn û axa ku ava seretayî bi bereket lê diherike, şeklê gihayê pêşîn tê bîra min.
Aqlê pêşîn, zarokê li ser xwe yê ku ji xwezayê derketiye û ji navikê qut bûye tê bîra min.
Razberkirina mirovê seretayî yê ji bo mirovahiyê baş, rast û xweş difikire tê bîra min.
Mirovê ku li hember zilmkar serî radike tê bîra min.
Eyûb pêxemberê ku ji bo Nemrût dibêje “tu mirovan diêşînî” tê bîra min.
Vana di kesayeta xwe de gihandina hev mirov dike Mezopotamyayî. Ha di kesayeteke wiha de afirandin tê maneya serkeftinê. Rêhevalekî me yê ku her kesî xwe di wî de didît, di xala tevlîbûn û watedayîna jiyanê de her kesî dixwest wek wî bibe bû. Di vî warî de, bi zanebûna ku ez pir kêm pênase (tarîf) dikim, hevalên me yên ku li çar perçeyên welat dimînin dizanin ku ez dixwazim ji bo Rustem çi vebêjim û ev tê çi wateyê. Em dizanin ku em ê bikaribin pir kêm wî vebêjin. Ya rastî, ew bixwe bi jiyana xwe devê me hemûyan girt, demeke dirêj em kûr kûr fikirîn ka em ê wî çawa vebêjin, peyvan ji wateya wan dawerivînin ku bi tenê jiyan bû rêheval Rustem, mirovekî pir xweşik bû. Ew dildarê hemû gelê xwe bû.
Û EW ROJ
Di nav jiyanê de ji rêhevalên xwe re rojên xwe da hiştin, ji nişka ve ji nav me bi awayekî ku me qebûl nekir bi bişîrîneke nermik a li rûyê melekan tê firiyayî û çûyî. Te ji me re stran hiştin û çûyî. Bi kefiyeya reş û spî ya ku te dida serê xwe, di çîmengehên zozanên Xinêrê de gav bi gav, tiştê ku tu yê bînî bîra me wê ev stran bin. Germahiya deşta Qamişloyê ya ku diqelîne tevlî deng dibe û bi newayeke bi dilşewat re wek dengvedaneke ku digihê çiyayên Biradostê tu yê dilê me germ bikî. Strana Miheme Şêxo ya “Eman dilo” û ya Koma Berxwedan a “Em ê bûka xwe siwarkin” ên ku hemû ava heyatê diherikîne dengê xwe û her wekî dihelîne em ê tu car ji bîr nekin. Gelek dilên bi zimanê stranê ji sînoran re serî radikin û ber bi Bakur ve diçin çi wate li vê stranê bar dikin em ji heval Rustem dizanin. Belê, em strana “Em ê bûka xwe siwarkin, ji ava mezin derbaskin” êdî hîn kûr fêm dikin û dizanin ku têkoşîn di zimanê stranê de dihele.
Em îtîraf dikin ku me nikaribû şehadeta te hezim bikin. Şehadeta te bibe sonda me ya sekeftinê jî, jiyana ozanî ya ku şehadeta te ji me re hişt wek dengên ku te ji têlên sazê derdixistin em di dilê xwe de bikolin jî, me dîsa hezim nekir. Piştî her hevokê ez deqîqeyek disekinim, wisa dest bi hevokeke din dikim. Her hevok hisiyata ku sankî tu ji nav me veqetiyayî dide min. Her nivîs dibe xatirxwestineke şermokî gelo!
Dibêjin li ser wî nivîs û helbest hebûn. Va pênaseya rabirdûya dilkevir, dilhişk xwe wiha dide nîşandan. Helbestkar dibezin tên alîkariyê. Ew in ev ostayên mêzînê, ew in ên ku van hevokan tînin bîra me:
Ya ku pelên zer diweşîne ne ba ye
Dengê vî bayî ne ji daristana mêşeyê ye
Henase dikişîne ev dilê min ê biçûk
Dilerize mîna pelê payîzê
Belê, rêhevalê min Rustem, ez vana li ser navê xwe dinivîsim. Ji ber dizanim ku, beriya xebera wê rojê te di dilê bi hezaran însanê ku tu naskirine de hin tiştan nivîsiye. Ez ji wan destan bêpar im ku viya tîp bi tîp bixwîne û ji şileavkeke xêvik biqulibîne hubra mor. Ez di terîfkirina hestên dilê dayîkên ku li Baxlera (Amed) û Serêkaniyê, ji wê derê jî gerîlayên ku li girên eniya Zapê fişeka tolhildanê berdide de zorê dikişînim. Ez ê bibêjim bila ev di nav we de bimînê û derbas bibim. Ez ê bi vê helbestê bibim hevparê tiştê ku di nav we de bimîne.
SERSAXÎ
Ez dizanim, hûn wek zarokên sêwî man
Bila serê we sax be pirtûkno
Dostekî we yê ji can, dildarekî we bû yê ku winda bû û çû
Lê neçû dinyayên din kî
De zû cî vekin vedigere nav we
Bila serê we sax be çem û rûbar
Ez dizanim, hûn nikarin rondikên xwe bigirin
Ew şîn, kesk û spî
Ew rondikên we yên şor û şîrin
Lê ez mizgîniya xwe dixwazim
Ew bû rûbarek, çemek
Hem jî rûbarê rûbaran
Li rûyê erdê, gerdûnê dol bi dol, gund bi gund
Rûbara ku bi hezkirinê kef dida
Bila serê we sax be
Qulingên li asîmanan difirin
Moriya di moristangê de, stêrkno, bila serê we jî sax be!
Kanî, dol, gir, dar, şiverê, kulîlkên çolê
Dinya bila serê te sax be!
Pale OMERÎ