DÊRÎK – Festîvala ku di bin şiyara “Emê bi Ciwantî Şerê Gelê Şoreşgerî Rêxistin Bikin, Şoreşa Çandî Misoger Bikin” de pêk tê piştî Qamişloyê qediya û îro di roja pêncemîn de li Dêrîkê jî bi dawî bû. Festîval dê 28 û 29 ‘ê mehê de jî li Hesekê de bidome.
Çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa duh êvarê li navçeya Dêrikê bi beşdariya 200 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên ji navçeyên Girkê Legê û Dêrikê dest pê kirin.
Armanca mîhrîcanê çîna ciwanan li ser pêkanîna werzîşê bi tevahî cureyên wê teşwîq bikin.
Di roja yekemîn a çalakiyên mîhrîcanê de, gelek cureyên werzîşê hatin lidarxistin; marathon, fotbol û hilkişandina dîwar.
Lê di roja duyemîn û ya dawî ji çalakiyan de, taykwondo, vollaybol bi beşdariya 200 ciwanên ji Girkê Legê û Dêrikê hatin lidarxistin.
Çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa bi gerandina dîlanê bi dawî bû.