NAVENDA NÛÇEYAN –
DÎLOK – Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku li girtîgehê li kurê wê Şaban Kaygûsûzê nigekî wî û milekî wî tune ye, piştî îşkenceya lêgerîna tazî hejmartina ser piya lê hatiye ferzkirin û got: “Gava li ser snedelyeyê bûye, ew avêtine erdê û îşkence kirine.”
Şaban Kaygûzê 24 salî ku milekî wî û nigekî wî tune ye, di 19’ê Cotmehê de bi hinceta “ewlehiyê” ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê sewqî Girtîgeha Binyan a Kayseriyê ya Jimare 1 a Tîpa T’yê hati kirin. Li Kaygûsêz ji sedî 90 astengdar e, hejmartina ser piya hat ferzkirin. Kaygûsûz, telefonî malbata xwe kir û ragihand li li têketina girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekiriye 5 gardiyanan bi zorê kincên wî çirandine û jê kirine. Malbata Kaygûsûz di 23’yê Cotmehê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê daxuyaniyek da. PIştî sewqkirinê malbatê cara ewil li Girtîgeha Bunyanê ya Jimare 1 a Tîpa T’yê serdana Şaban Kaygûsûz kir û li wir hîn bûne ku bê li girtîgehê çi hatine serê Kaygûsûz.
Dayik Dûrrî Kaygûsûz (62) û bira Bahattnîn Kaygûsûz, bang li Wezareta Dadê kirin ku dev ji vê bêhiqûqîtiyê berde.
Dayik Dûrrî Kaygûsûz, diyar kir ku kurê wê di 2017’an de li Şirnexê hatiye girtin û ji bo tedawiyê ji Şirnexê sewqî Wanê hatiye kirin û got: “Bêyî ku tedawiya kurê min temam bibe, wî bi wî halê birîndar girtin. Hefteyekê li nexweşxaneyê ma û paşê wî sewqî Girtîgeha Sêrtê kirin. Mehekê li Sêrtê me. Ancax mehek bi şûn da em çûn girtîgehê, lê gava em çûn em pê hesiyan ku wî sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê kirine.”
MÊRDÎN – Onûr Yilmaz ê ji Girtîgeha Kirikkaleyê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê hat kirin, diyar kir ku bi rojane cilên wî nadin wî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin.
Onûr Yilmaz ê bi hêceta “ewlehiyê” di 2’yê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê hat kirin, tiştên bi serê wî hatin bi axaftina bi telefonê ji malbata xwe re ragihandin. Yilmaz, da zanîn ku ji roja hatiye sewqkirin ve di hucreya yek kesî de tê girtin û ji ber cilên wî nadinê mecmûr maye bi rojane heman cilan li xwe bike. Yilmaz, diyar kir ku beşa jor a hewadarkirina hucreya ku lê hatiye bicihkirin, bi têlan hatiye girtin. Yilmaz bi lêv kir ku rewşa 5 girtiyên din ên bi wî re ji Kirikkaleyê sewqî Bûcayê hatine kirin jî bi heman rengî ye û ragihand ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bike.
Yilmaz, bang li parazvanên mafên mirovan kir ku biçin binpêkirinên ew dijîn lêkolîn bikin.