ŞEHBA – Bi diruşmeya “Bi rihê berxwedana serdemê em ê azadkirina Efrînê misoger bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin”, Îro Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên wê yên destpêkirina êriş û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê, xwepêşandanek lidar xist.
Bi sedan xwendekarên herêma Efrînê li ser riya di navbera navçeya Ehdas û gundê Meratê ya kantona Şehbayê de kom bûn û diruşmeyên silavkirina berxwedana serdemê û berxwedana gelê Efrînê li kampan û şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk û planên wê yên dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê berz kirin.
Di çalakiyê xwepêşandanê de xwendekaran alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên “Bi rihê berxwedana serdemê em ê azadiya Efrînê misoger bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin”, “Li dijî îxanet û dagirkeriyê meşa rûmetê”hildan.
Xwepêşandan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana serdemê û berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê û şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê destpê kir.
Xwepêşandan li parka Ehdas veguhirî mitîngê. Piştre Endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ehmed Hesen got: “Armanca gefên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Tel Rifet ku bi deh hezaran koçberên Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tê de ne, berdewamiya planên wê yên dagirkirina herêmên din û berfirehkirina projeya xwe ya dagirkeriyê ye.”
Ehmed Hesen wiha dom kir: “Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker planên Tirkiyê bi cih neanîn, Tirkiyê di sala 2015’an de bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê destwerdana aloziya Sûriyê kir. Piştre di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrişa li dijî kantona Efrînê kir û piştî ku sûcên herî hovane li dijî gel li ber çavên cîhanê kir, herêma Efrînê dagir kir.”
Hesen di dawiya axaftina xwe de got: “Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelan şermezar dikin. Em wekî xwendekarên herêma Efrînê ji dema ku em koçber bûne, li hemberî van planan me xeta berxwedanê hilbijart. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê van planêan pêk bînin. ”
Mitîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd a li hemberî planên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.