NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê ya Şehîd Mizgîn Xerzan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan li Stenbolê wesayîtên 2 rêveberên AKP’ê yên navçeyê şewitandine.
Di 29. salvegera şehadeta rêheval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de em hemû şehîdên xwe ji Berîtan heta Şîlan Goyî bi bîr tînin û soza xwe ya bi wan re dubare dikin.” DGH’ê di daxuyaniyê de wiha got:
“Dewleta Tirk a dagirker ev sed sal in çavê xwe li destkeftiyên Kurdan kiriye û hemû polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan dimeşîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi xeyalên Împaratoriya Osmaniya Nû tevdigere. Lê belê ev hesabên li Kurdistanê hatin pûçkirin. Dema ku ew xwe herî hêzdar hîs dikin. Li hemberî Şerê Gel ê Şoreşgerî hemû planên wî serûbin bûn. Divê her kes baş bizane ku ev şer ne tenê şerê gerîla ye, şerê gel ê şoreşgerî ye. Divê her kes tevlî vî şerî bibe û erka xwe pêk bîne. Bi hemû artêş û çeteyên xwe yên barbar, bi biryarên xwe yên bêsînor naxwazin tiştekî ji Kurdan bihêlin.”
“Em ê wan bikin dojehê di nav sînor de berî ku sînor derbas bikin”
Bila baş zanibin beriya ku sînor derbas bikin em ê wan bikin dojeh di nava sînor de. Jin, ciwan, gelê me wê derba dawî li rejîma dewleta faşîst bixin û wê berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin. Ji bo Ji bo afirandina demên azadiyê em ê dîsa hemû jin, ciwan, gelê xwe, bigihînin hemû mirovahiyê, têkoşîna xwe ya hêviyê, berxwedana xwe bînin cih.