ŞELADIZÊ – Meclisa Ciwanên Şêladizê ragihand ku ewê dijî şehîdxistina Wezîr Teyîp a ji aliyê çekdarên PDK’ê ve, xwepêşandek girseyî lidarbixin. Meclîsa Ciwana banga beşdariyê li hemû xelkê herêmê kir.
Çekdarên PDK’ê di 27’ê Cotmehê de li geliyê Balinde welatiyê bi navê Wezîr Tayîp ê ji eşîra Rêkaniyan qetil kir. Wezîr Tayîb li nêzî gundê xwe hatibû birîndar kirin û pişt re di mesafeyek nêz de hatiye qetil kirin.
Nerazîbûna dijî qetilkirina Wezîr Teyîb roj bi roj zêde dibe, tevî hemû astengiya xelkê Şêladizê bertekên tûnd nîşan didin.
Melcîsa Ciwanên Şêladizê li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku ewê dijî qetilkirina Wezîr li Şêladizê rabin ser xwe û xwepêşandanek girseyî lidarbixin.
Meclîsa Ciwanên Şêladizê di peyama xwe de bang li ciwanên gundê Sîte û Sîrê dike û dibêje, wêneyê şehîd Wezîr Rêkanî bilind bikin, ji Sîrê heya Şêladizê bimeşin, êdî nabe li hemberî PDK’ê em bêdeng bimînin. Nabe em hemberî, PDK ya ku li hemberî welatiyên me gelek caran rêyên kuştin û binçavkirinê dihilbijêre, bêdeng bimînin.
Meclîsa Ciwana di dewama peyama xwe de got; “Îro danê êvarî, emê dijî şehîdkirina Wezîr Tayîp ê ku ji aliyê çeteyên Roj ve hatî qetilkirin, bi armanca şermezarkirinê, xwepêşandanek girseyî lidarbixin. Em bang li hemû welatiyan, niştecihên herêmê dikin da ku tevlî xwepêşandana girseyî bibin.”