NAVENDA NÛÇEYAN –
Nûcan Serdoz
Polîtîkayên qirêj ên ku li ser Kobanê hatine meşandin
Destpêkê mirov dikare bêje ev êrîşên ku hatine kirin bingeha xwe tenê ji DAÎŞ’ê û dewleta Tirkiyê ve nagire, di esas de destê hemû hêzên NATO di nav de heye. Ev têkiliyên xwe pir bi awayekî eşkere nedane nîşan dan, lê belê di binî re hemû pilan çavkaniya xwe ji wan digire. Mirov dikare di vê derê de hîn zêdetir mînaka berbiçav ya komploya ser Rêbertî bide. Dema ku komplo di şexsê Rêbertî de li ser tevahî gelê kurd bi pêşketî. Pilanên Wê hemû hêzên hegomon an jî hêzên NATO kiribûn, destpêkê jî serkêşiya wê Emêrîka dikir. Çiqas mirov bêje ev dewlet an jî ev hêz sebebe ne raste, yanê em nikarin ferq û cudahî bixin nav dewletan de. Ji ber ku hemû li ser heman zihniyetê xwe didin jiyîn. Ferq û cudahî di navbera wan de nîne, tenê yek ferq heye ew jî eve zihniyeta yekî ji ya din faşîstir û ketîtire. Ferqa wan tenê eve.
Ji bo ku mirov karibe rast dahurandina pêvajoya êrîşên li ser Kobanê bike, divê ku destpêkê behsa komploya navdewletî bike, ya ku di şexsê Rêbertiya me de bi pêşketî bike. Ji ber ku ev êrîşên ku li ser kurdan tên kirin hemû berdewamiya vê komployê ye, jê qut û dûr nîne.
Wek tê zanîn di diyalektîka dîroka vê axê de mixabin ji dema xwedavendan û heta niha, komplo herdem mîna rêbazekî li hember jinan, gelan û hêzên azadîxwaz hatiye bikaranîn. Dema ku hêzên desthilatdar dibînin ku nikarin bigihin armancên xwe, serî li vê şêwazê şer didin. Bi derew, dek û dolab û bi şêwazên xapînok hewldidin bigihêjin armancên xwe. Her wiha gelê Kurd jî yek ji gelê herî kevnare ku herdem di nav çembera komploya de perpitiye. Ji dema Sûmeran û heta niha ji bo ku gelê Kurd teslîm bibe û bi nirxên xwe re xiyanet bike, herdem bi rê û rêbazên wiha re rû bi rû maye. Bi vê rastiyê ve girêdayî mirov kare bêje ev 200 salên dawî jî salên herî ku tê de komployê kirêt hatine birêvebirin e. Her ku Kurdan xwestiye serî hildin û doza mafên xwe bikin, bi rastiya komplo re rû bi rû mane.
Herî dawî jî komploya navnetewî a ku di kesayeta Rêber APO de li hember nasnama civakî a Kurdan pêş ket xeleka herî tracîdî a vê rastiyê ye. Bêguman gelek aliyên hevbeş di navbera komployên berê û komploya ser Rêbertî ve heye. Lê gelek aliyên cawaz jî hene. Tiştê cawaz ewe ku ji roja yekê ku tevgera azadiya Kurdistan destpêkir û heta dema îro herdem bi rengekî ji hêla hêzên hegemonîk ve û hêzên ku Kurdistanê dagirker dikin û sîxurên wan ên Kurd ve mîna nêçîrvanan, dema firset dibînin êrîş dikin. Ji şehadeta rêheval Hakî Karer û heta niha, tevger di bin şopandinê de ye û herdem bi planên tarî re di nava şer de ye. Wê ne şaş be ku mirov bêje dîroka PKK’ di wateyekê de dîroka berxwedanî û vala derxistina van lingên derve û hundir ê van komployan e. Tiştê herî giran ewe ku hêzê komploger ewqas xwe di civaka Kurd de rêxistinkirine dostê te û kesî herî nêzî te jî carna dijminatiyê dike. Ev jî rastiya herî bi êşe ku herdem xwe mîna nexweşiyekî xerab ferzkiriye. Rêber APO jî perçekî ji vê rastiya bi êş a gelê Kurd e. Di Kurdistanê de du rastî xwe derxistin holê, serokên sexte ên ku bi gelê xwe re xiyanet kirine û xwe firotine û serokên ku vê bi doza gelê xwe ve girêdayîne, jê nereviyane û bi her awayî xwe di riya azadiya gelê xwe de xwe fedakirine. Rêber APO ji wan kesên ku tu car ruhê xwe teslîmî vê rastiyê nekir û herdem hewl da ku vê qederê perçe bike û şûna wê riyeke jiyanê a nûjen biafirîne. Bi meşa xwe re, herdem hewl da ku wan maskên sexte ên ser rûyê hêzên komploger bixîne û rastiya wan bi mirovatiyê û gelê Kurd re bide naskirin. Li hember vêya û ji bo ku ev meşa azadî bi ser nekeve hemû xwedayên şerê ên sedsala 21’an de. Bi yek helwestê careke din di kesayeta Rêber APO de fermana Kurdan destpêkirin. Dîsa gelê Kurd encama hin peymanên siyasî ên qirêjî hate firotin û bi pêvajoyekî qirkirinê a nû re rû bi rû hêştin. Lê belê vê carê wê hêzên komploger negihîştana armancên xwe, ji ber Rêber APO bi israr û biryar û bi sekna xwe a bi rûmet hewl da ku buhayê wê çi dibe bela bibe, êdî Kurd divê nebin qurbanê vê komployê û divê meşa azadî û rûmetê ku gelê Kurd destpêkiriye bigihîje serkeftinê. Her wiha Rêber APO di Îmralî de, ji bo bi milyonan gelê Kurd ev 23’ê sale şerê jiyanê dide û hemû zorî û zehmetiyan bi rûmetekî mezin pêşwazî dike. Li hember wê xeta rast ya têkoşîn û azadiyê dide pêş.
Wekî ku di jorê de jî hate diyakirin, armanca komploya ser Rêbertî de a bingehîn, careke din Kurdan bike amûrek pê dewletên dagirker terbiye bike, û bi riya wan dewletan jî herdem Kurdan dibin tehdîda komkujiyê de bigre. Lê belê bi pêşxistina Rêbertiya me ji perspektîfa xweseriya demoqratîk re û proja netewa demoqrtîk re. Hêşt ku Kurd derfetê xetekî siyasî a sêyem bidest bixin, yanî Kurd ne neçarin ku bibin sîxur, an jî doza avakirina dewleta netew bikin. Bi vî rengî êdî Kurd xwedî alternatîfa binasnama xwe û bi nirxên xwe kare bi gelên din re li ser heman axê bijî bi dest xist. Û di heman demê de bê ku yekî/ê din mêtinkar bike, hemû nasnamên etnîk, olî, mezhebî û cinsî karin bi hebûn û nasnama xwe di netewa demokratîk de bibin xwedî maf û jiyaneke hevbeş. Ev perspektîf mîna utupiya dihate destgirtin û heta pir kesan digotin “derfetê pêkhatina wê nîne.” Lê belê bi avakirina xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha vê perspektîfê, di demeke kurt de çiqas ev proje li gor rastiya Rojhilata Navîne bi awayekî eşkere derket holê. Piştî 200 salî, cara yekeme ku gelên Mezopotomyayê derfeta xwe birêvebirinê û bi awayekî azad bi hev re jiyankirinê bidest dixin. Ispat bû ku ger hêzên derve û sixurên wan destwerdana herêmên me nekin. Di nav gelan de tu car pevçûn û nexweşî çênabin. Her wiha hate ispatkirin ku proja netewa demokratîk proja herî raste ji bo çareserkirina hemû qeyranane. Ji ber ev proje ne ji Waşîngton, ne jî ji hêla Londra ve hatiye ferzkirin. Ev proje li gor pêdiviyê gelan û hemû nasnamên civaka me hatiye amadekirin. Dîsa ispat bû ku ciyê lê demokrasî, azadî û wekhevî hebe, tu sedemên pevçûn û şerê navxweyî namîne. Yanî careke din eşkere bû ku pirsgirêka bingehîn a herêma me nebûna demokrasiyê ye. Ev 200 sale ku Rojava bi riya zihniyeta nijatperestî, zayendîperestî, olperestî û zanistperestî rê li pêşiya komkujiyên, çandî, siyasî û civakî ê mezin li Rojhilata Navîn vekiriye. Hemû nasnameyên Rojhilata Navîn mîna xefkê hevdû nêçîr dikin û bûne dijminê hev. Bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê cara yekeme Kurd, Ereb, Suryan,Tirkmen û hemû pêkhatî bi vîna xwe a serbixwe rêveberiya xwe avakirin û parastina xwe bi hêza a xweser pêşdixin. Ne tenê vêya; tevlîbûna jinê ji hemû qadên jiyanê re, rê li pêşiya şoreşa civakî vekir û berxwedana jinên Kurd hemû cîhan hejand. Ev hemû bêguman ne encama tekoşîna 3 salên dawî a ku li Rojava pêşket. Ked û tekoşîna Rêber APO a nêzî 40 salî îro li Rojava dibe jiyan û dibe pergal. Têkoşîna Rêber APO a ku ji 1979’an de li Kobanê destpêkir. Ew ruhê ku dixwestin bi komploya 15 sibatê teslîm wergirin û bikujin ji dost û dijminan re da diyarkirin ku hîn zindiye û bi navê hemû mirovatiya azadîxwaz li ber xwe dide. Hêzên komploger bi derxistina Rêber APO ji Rojhiata Navîn, xwestin destwerdanê pêşbixin û hemû Rojhilata Navîn ber bi qeyranê ve bibin. Lê belê ev toxumê ku Rêber APO li wê axê çandibû bû dar û hemû mirovahî di bin siya xwe de hembêz kir û parast. Careke din Rêber APO bi xeta siyasî a demokratîk ku xwe dispêre hêza gelê Kurd û hêza hemû nasnamên bindest bû xeta parastina berjewendiyên gelan û jinan. Ger îro Rojavayê Kurdistan mîna stêrkekê her roj di nava vê qeyran û tarîtiyê de dibe hêvî ji bo hemû mirovatiyê, çavkaniya xwe ji heqîqeta xwe a ku xwe dispêre fikir û felsefa azadî û demokrasiya Rêber APO digire. Bi taybet di sala 2014‘an de diyar bû ku Kurdê li hember komploya ser Rêbertiyê li ber xwe da ew Kurdê ku îro li hember DAÎŞ’ê jî li ber xwe dide. Ew jinên ku xwe li derdora Rêber APO kirin çemberek ji agir ewin ên ku îro li Kobanê li ber xwe didin. Her wiha derket holê ku Kurdê ku teslîmî komplo bû û cî tê de girt ew heman Kurd bû ku Şengal berda û teslîmî DAÎŞ’ê kir. Di encama vana hemûyan de rastiyek heye, ew jî hemû cîhan neçar ma ku li hember ruhê Kurdê azad birêzdarî bisekine û hêzên komploger li hember vê rastiyê bê çare mane. Çi navî lê bikin bila bikin di rastiyê de DAÎŞ rengê komployê a nû ye. Bi riya DAÎŞ’ê dixwazin vîna gelên herêmê bişkînin û careke din destwerdanê pêşbixin. Lê çawa ku Rêber APO bi helwesta xwe ev komplo hemû pûç kiriye. Îro jî bi fikrê xwe, bi xeta siyasî a sêyemîn ku navê wê xeta netewa demokratîke û bi hêza rêxistinî û parastinê a ku di gel Kurd de afirandiye, careke din komploya bi navê DAÎŞ’ê vala derdixe.
Wekî ku me rastiyê komployê daye nasîn jî diyar bû ku êrîş an jî pilanên ku li ser Kobanê bi pêşketî ji rastiya komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo qut nîne.
Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd xweseriya xwe avadike. Lê çeteyên wek el –Nûsra êrîşê gelê Rojava dike û dewleta Tirkî jî pir vekirî piştgirî dide van êrîşan. Armanca dewleta Tirkî ji vê şerî çiye? Armanca dewleta Tirk gelek diyar e. Li Rojava avabûnekî xweser nayê pejirandin. Gelê Rojava bi salan bi kedê Rêbertî hatiye perwerde kirin. Bi salane bi felsefeya Rêbertî têkoşîn didin meşandin. Piştî 2011 gelê Kurd dest bi şoreşê kir. Li wir Xweseriya Rojavayê Kurdistanê tê rêxistin kirin. Gelê me qehremantiyek bêhempa, berxwedanekî pir mezin dide nîşandan û şoreşa Rojava gihişt astekî. Dixwazin li Rojava li ser esasê netewperestî û millîyetçî avabûnek pêk were. Ji bo vê jî ewqas li ser Rojava êrîş tê kirin. Naxwazin gelê kurd li ser esasê xetekî azad, demokratîk û felsefa Rêbertî tevger bike û rêxistina xwe avabike. Li Rojavayê Kurdistanê şerekî bîrdozî tê meşandin. Tirkî jî dixwaze gelê Rojava bihincirîne. Em bimeyzînin ew çetana hemû jî ji aliyê Tirkî ve dikevin Rojava û piştgiriya xwe ji artêşa Tirk digrin. Ji erkdayîn bigire heye cihê perwerde dîtinê jî artêş van çeteyana rêxistin dike û dişîne Rojava. Ew bi belgeyan jî hatiye piştrast kirin. Li ser çeteyên hatine kuştin nasnameya welatên cur be cur derket. Dewletên derve bi rêxistinên El Kaîde dixwazin gelên Rojhilata Navîn lewaz bikin. Ew rêxistinên Ol jî wek maskeyekî bikar tînin. Lê teror dimeşînin. Kiryarên ku dikin ji hovîtiyê zêdetir ne tiştekî din e. Ew rêxistinanan heqareta herî mezine ji ol re dikin. Di exleqa ol de tiştekî wisa nîne. Kesên ku bi ol ve girêdayîne divê wan rêxistinana wek heqaretekî ji bo îslamê jî bibînin û li hember van rêxistinan divê têkoşîn bikin. Îslamiyet nirxekî civakî ye û ji vê nirxê re ewqas heqaret kirin divê neyê pejirandin.