PARÎS – Bi armanca destekdayîna zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina wan di gelek astan de, her wiha ji bo avakirina têkiliyan di navbera van zanîngehan û zanîngehên derve, komeke akademîsyenên Kurd û Fransî bi daxuyaniyekê vekirina Navenda Piştgirî û Hevkariyê Ligel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES) li paytexta Fransa Parîsê, ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em kêfxweş in ku avakirina Navenda Piştgirî û Hevkariyê Ligel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES) di 24’ê Cotmeha 2021’an de radigihînin. Ev navend ji aliyê mecliseke avaker ve tê avakirin ku endamên vê meclisê ji zanistên xwedî paşxane, dîsîplîn û welatên cuda cuda pêk tên. Ev navend li Fransayê, li bajarê Parîsê ava dibe û ji xwe re piştgiriya zanîngehên Rojava û yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El-Şerq) wekî armanc dibîne, da ku bernameyên perwerdehî û lêkolînê bipêşve bibe.
Ji destpêka Şoresa Rojava ve di 2012’an de heya roja îro, akademîsyen û zanistên dunyayê pêşketinên li Rojava û li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kelecanî dişopînin. Di nava xerabî yên şer li Sûrîyê de, welatiyên herêmê gelek saziyên akademîk û zanîngehên wek, Zanîngeha Efrînê (niha di bin dagirkerîya Tirkîyê da ye), Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û herî dawî jî Zanîngeha El-Şerq ya li Reqqayê avakirin. Gelek akademîsyenên cîhanê piştgirîya xwe ji bo van zanîngehan diyar kirin û di navbera van zanîgehan û zanîngehên navneteweyî de gelek peymanên hevkariyê hatine îmzekirin.
Wekî encama van hevkariyan, di sala 2020’an da Enstîtûya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava hate avakirin. Van tecrubeyan nîşan da ku hevkariya ligel akademîsyen û saziyên akademîk, ji bo lêkolînên zanistî û pêşxistina bernameyên perwerdehiyê yên ji bo Enstîtuyê karine pêwîst in. Li ser van feyde û berjewendîyên akademîk, hewldanên bo hevkariyeke xurttir ya ligel van zanîngeh û saziyan derkete pêş. Navenda Piştgirî û Hevkarîyê Ligel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES) wekî bersiva vê pêdivîyê hate avakirin.
Armancên vê navenda koordînasyonê, ligel Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El-Şerq ev in :
1-Danasîn û pêşkêşkirina van zanîngehan bo akademîsyen, entelektuel, saziyên lêkolînê û zanîngehên Fransa, Ewropa û cîhanê.
2-Ji bo karên perwerdehî û lêkolînê di van zanîngehan de istîhdama lêkolîner û akademîsyenan.
3-Pêşxistina hevkariya lêkolîn û perwerdehiyê ligel saziyên akademîk ên li Fransa, Ewropa û cîhanê.
4-Asankirina bernameyên veguhestina xwendekaran û veguhestina zanistê ligel sazî û
5-zanîngehên li Fransa, Ewropa û cîhanê.
6-Ji bo veguhestina karûbarên zanistî , dê çalakiyên akademîk (wekî panel, semîner, axaftin, konferans û pêşangeh) werin organîzekirin.
7-Alîkariya bingeh û platformên dîjîtal û teknîkî yên zanîngehan.
8-Alîkarî bo proje û karên werger û tercumanîya zanîngehan.
9-Alîkarîya bingehên perwerdehî û çavkanîyan jibo van zanîngehan (weke pirtûkên akademîk, abonetîya platformên akademîk, laptop û materyalên din ên perwerdehî û
lêkolînê.”