NAVENDA NÛÇEYAN –
Luqman GULDIVÊ nivîsand
Bi gotaran mirov dikare bikeve hembêza dijminê xwe, û pê şa jî bibe.
Bi gotaran mirov dikare bikeve hembêza dijminê xwe, û pê şa jî bibe. Lewma, esas dijmin dikare ne dijmin be! Çêkirina dijmin bi gotaran ji bo civakan ne tiştekî nû ye, lê mirov di nava civakekê de timî bi heyret têdigihîje ka projeyên cihê yên siyasî dijminên çawa çêdikin.
Ez ê behsa helwêst û gotarên dijminçêkirinê yên ENKS’ê bikim. Sedema wê jî ew e ku ev helwêst û gotar bi kirin û biryarên pratîk misêwa bi gewde dibin.
Em behsa rêxistineke siyasî dikin ku di warê siyasî û madî de benê wê di destê dewleta Tirk û mala Barzaniyan de ye.
Ji ber wê mirov fêm dike ku ev rêxistina hanê nikare yekser ji dewleta Tirk bi gotarên xwe dijminekî çêke.
Lê meseleya dijmin çêkirinê li vir ne ew e ku ji bo dijminê sûndxwarî yê hebûna Kurdan karibe gotareke dijminbûnê çêke. Girêdanên madî û siyasî yên bi Enqere û Hewlêrê ve, vê ji serî ve ne mumkin dikin. Lê çêkirina dijminê sereke di gotarên wê de ecêb e: PYD, Rêveberiya Xweser, YPG û heta carinan QSD jî.
Heger mirov xwe weke “Encûmena” Kurdan li Sûrî bi nav dike, çima dijminahiya hêzeke di navmala Kurdan de weke dijminê sereke yê mirov pê re li hev neke, di gotarên xwe de ava bike? Belkî gelek bibêjin, benên wan di destê Enqere û Hewlêrê de ne, normal e. Lê nexêr, hebûna evqas bêxîretiyê ji bo ku mirov ji xelkê xwe dijminê sereke çêke, ne normal e. Nabe ku normal be.
Mesele ne tenê gotara dijminçêkirinê ye jî. Weke nimûne, Sefîrê Rûsyayê yê li Bexdayê, li Hewlêrê di Foruma 2021’ê ya MERI de hefteya bihurî hin daxuyanî dan û îdîa kir ku QSD deverên Kurd lê ne pirranî jî kontrol dike; xwe li nezanînê danî ku QSD ne tenê Kurd e. Piştî vê ne bi gelekî, 29´ê Cotmehê heyeteke ENKS´ê tevî Îbrahîm Biro çû Moskovê û bi cihgirê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bognadov re rûnişt. Di vê civînê de aliyê ENKS´ê dîsa gazin ji Rêveberiya Xweser kirin. Herçî rayedarê wezareta derve ya Rûs, Bognadov bû, wî ji bo misogerkirina mafên Kurd, behsa girîngiya yekîtiya aliyên Kurd li Sûrî kir.
Hûn ecêbê dibînin? Rûsyaya ku dixwaze Rêveberiya Xweser qels bike, ji bo berjewendiyên xwe, tercîh dike aliyê Kurd, tevî nakokiyan jî di meseleya misogerkirina mafên Kurdan de yek bin.
Lê ENKS ji PYD´ê dijminê sereke ji xwe re ava dike. Baş e heger wisa ye, wê çawa karibe doza mafê Kurdan bike? Ez naxwazim niha bi niyeta wê dakevim. Ji ber wê ez ê hewl bidim xwe ji helwêst û gotarên wê bigihînim encamekê.
ENKS ji serî ve wisa qebûl dike ku statuyeke dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûrî qebûl neke, wê pêk neyê. Ew wisa dihizire ku dewleta Tirk wê statuyekê qebûl bike ku Kurd kêm û zêde xwedî statuya îro li Efrînê bin.
Bi vê qebûlê ENKS jixwe di gotarên xwe de, kirin û biryarên xwe rewa dike. Berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê red dike, li gorî wê ev vegera Kurdan li Efrînê asteng dike. Bi ya wê bila dest biavêjin erd, zarok, jin û mêrên Kurdan, lê bila di wî halî de jî Kurd vegerin. Ji ber ku siberojeke ewletir, azadtir di texeyula wê de xuya nake.
Heman helwêsta wê xwe di biryara wê ya li dijî mufredata dibistanan a Rêveberiya Xweser de jî nîşan da; ENKS serê pêşî wiha qebûl dike ku destketiyên Rojava wê tine bibin. Rêveberiya Xweser halê hazir herî zêde xelkê îstîxdam dike, yanî dîplomayên herî muhim, ên ew nas bike ne. Tevî vê jî ENKS siberojeke ku Kurd xwedî statu bin li Rojava nikare texeyul bike û li ber vê mufredatê radibe, dixwaze mufredata rejîmê û dîplomayên wê hebin.
Bi ya min, yek ji sedemên sereke ew e ku kesên îro di rêveberiya ENKS´ê de ne bi pirranî li derveyî Rojava ne, û esas ji rastî û heqîqetên wê sil bûne. Belkî Rêveberiya Xweser ji bo peydabûna rêveberiyeke ji nava Rojava ya ji bo ENKS´ê rê veke û wê teşwîq bike, ENKS hinekî karibe ji nav refên dagirkerên Kurdistanê derkeve. Lê heta ku ew di tifaqa dagirkerên Kurdistanê de ye, hêvîkirina guhertineke sereke di gotar û helwêsta ENKS´ê de ne realîst e.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA