MARÎGNANE – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marignane yê Fransayê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de êvarê li navenda bajêr li hev civiyan.
Ciwanan wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên TCŞE’ê hildan û diyar kirin ku li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan divê ew hîn bêhtir çalakiyan bikin.
Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, “Em gelê welatparêz û ciwanên li Ewropayê, divê bi ruhê berxwedanê timî li qadan be. Bi navê endamên TCŞ’ê em ê çalakiyên xwe bi biryardarî dewam bikin. Berxwedana gerîla berxwedana me ye. Roj roja seferberî û berxwedanê ye.”
Çalakî piştî saetekê bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.