STENBOL – Li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5’an gardiyanan 8’ê Cotmehê avêtin ser qawîşan. Gardiyanan piştî avêtina ser qawîşan hin girtî şandin Girtîgeha bi Hejmara 3’an û hin girtî jî xistin qawîşên cuda. Yek ji van girtiyên ku gardiyanan heqaret li wan hat kirin û amûrên wan hatin desteserkirin û sewqî qawîşek cuda hat kirin jî Nûr Mûhammed Abay e.
Kader Abay, xwişka Abay ku wî ji qawîşa F1’ê birin qawîşa C12’an, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Abay diyar kir ku birayê wê di Adara 2018’an de hatiye girtin û berî bê girtin ji aliyê kesên xwe wekî polîsan dane naskirin hatiye revandin û êşkence lê hatiye kirin. Abay destnîşan kir, ji ber ku birayê wê sîxurtî qebûl nekiriye hatiye girtin.
Abay bilêv kir ku 9 sal ceza li birayê wê hatiye birîn û bal kişandin ser şert û mercên girtîgehan. Abay, destnîşan kir ku bêyî hincet qawîşên girtiyan hatine guherandin û got: “Bêyî ku amûrên wî bidin wî hema zûzûka wî tevî tîşortê li ser wî birine qaîşa C12’an. Xweşikî xwarinê nadin wan. Ava wan a vexwarinê tune ye, ava qirêjî ji kaniyan diherike.”
Abay, diyar kir ku birayê wê ragihandiye li qawîşa nû jî tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û bi “cezakirinê” gef li wan tên xwarin. Abay got: “Ji ber ku govend gerandiye ceza lê birîne. Gotine, ‘hûn nikarin li vê derê govendê bigerînin.’ Li qawîşa birayê min mirovên extiyar hene û dermanên wan nadin wan. Wan ji bo dermankirinê nabin nexweşxaneyê. Wan nabin revîrê jî. Hevalê wî Cûma Topalan gava çûye cem parêzer, gardiyanan jê re gotiye pêlavên xwe derxe û rahêje wan. Gava qebûl nekiriye 10 kes êriş birine ser wî. Birayê min ragihand ku tiştên bi vî rengî pir çêdibin.”