NAVENDA NÛÇEYAN – Eymur ji Nûnerê T24 ê Enqereyê Gokçer Tahîncîoglû re axivî û di beşa duyemîn a hevpeyvînê de mikur hat ku êşkence kiriye û got, “Êşkence nayê hesibandin. Ji xwe ketina wê derê mîna êşkenceyê ye. Çav timî girtî ne, li hucreyeke biçûk dimîne. Ketina wê derê têrê dike.”
Dema ku pirsa li ser rêbazên êşkenceyê yên weke lêdanê û êşkenceyê jê hate pirsîn, Eymur got, “Hebûn” û anî ziman ku wî bi xwe jî êşkence kir û nepoşman e.
Dema ku li bîra Eymur hate xistin ku Hanefî Avci gotiye, ew ji ber êşkenceyên kiriye ‘poşman e’ Eymur wiha axivî:
“Zêde kêfa min ji wî re nayê. Gelek Kurdên ku ji poşmaniyê sûd wergirtin, bi kar anî. Karên qirêj kirin. Di rewşeke ê de ku destê wî di xwîna gelek polîsan de hebû, bikaranîna hin kesên cuda, karên jê mezintir e. Li derveyî welat, wezîfeyeke bi vî rengî ya polîsan nîne. Hewl da rêxistiniyê ava bike. Li dijî PKK’ê. Ji bo kuştina yên ku rêxistin ava kirin. Tîm şand ji bo Ocalan. Bêyî ku karibe tiştekî bike vegeriyan.”
SÛÎQESTA LI DIJÎ OCALAN
Eymur anî ziman ku wî bi xwe jî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan operasyonek kir û got, “Maşallah li her derê astengî danîn pêşiya me. Çevîk Bîr ê ku îro girtî ye. Wê demê serkêşê îstîxbaratê bû. Me tonek teqemenî wergirt. Piştî rojekê li rojnameya Cûmhûriyetê hate weşandin, bi gotina ‘MÎT wê çi bi teqemeniyan bike’. Me destûr ji Serokkomar, ji siyasiyan wergirt. Bêyî destûrê werbigire Musteşarê MÎT’ê jî nikare bike. Bêyî destûrê çawa dikare bê kirin? Serokê Fermandariya Giştî û Serokkomar ji xwe qebûl kiribûn. Me pêşkêş kiribû. Agahiyên li ber destê xwe me pêşkêş kiribû. Pêşkêşiyeke baş bû. Me qala kar kir. Gotin, temam. Me dewam kir. Yeşîl hebû. Her wiha kesên leşker hebûn. Wezîfedarên fermî hebûn ku me şandibû wê derê, bi dizî çûbûn. Ya rast, nikare bê gotin ku bi ser neket. Me nekarî Apo bikujin, lê belê me teqîneke welê mezin kir ku Sûriye tirsiya. Wê demê Fermandarê Hêzên Bejahî daxuyaniyek da. Piştî wê axaftinê ji Sûriyeyê derxistin. Bû gava destpêkê. Serketineke. Ji ber ku Sûriye gelekî tirsiya. Li cihê ku teqîn çêbû çalek ji 17 metreyî vebûbû.”
Eymur ragihand ku ew tevlî operasyonên li dijî Mahîr Çayan û Ûlaş Bardalçi jî bû îdîa kir ku ev ne înfaz bû.
ALÎGIRÊ ÊŞKENCEYÊ
Eymur êşkenceya li qesra Zîverbeyê qebûl kir û got, “Nepêkane ku bê gotin li her kesî tê kirin. Lê belê yên ku li wan hate kirin jî hebû. Mînak kûryeyek hebû. Gilî û gazin li min dikir. Henek dikir, digot; tedawiya elektrîkê nîne gelo, rotaîzmayên min zêde bû. Eger wekî din neaxive êşkence dikare bê kirin, ji ber ku tîpên gelekî bi inat hebûn.”
Eymur bi israr êşkence parast û got, “Na, eger ji bo axaftinê derfeteke cuda tune be, dikare bê kirin. Hîn jî bi vî rengî difikirim. Ji ber ku gelek tîpên bi inat hebûn. Zehmet bû ku bi rengekî cuda biaxiviyan.”
ÇAKICI LI DIJÎ PKK’Ê BI KAR ANÎN
Eymur diyar kir ku êşkenceyên hîn girantir hatin kirin, ‘mirin’ jî tê de çêbû û anî ziman ku Alaattîn Çakici jî li Elmanyayê di ‘operasyoneke’ dijî PKK’ê de hatiye bikaranîn.
Eymur got, “Min dixwest ku Çakici li Emerîkayê bê girtin. Naxwe me Çakici tenê di operasyonekê de bi kar anîn. Di operasyonekê de ya li Elmanyayê. Operasyonek li dijî PKK’ê. Bi ser neket ev operasyon.”