KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Herêma Firatê, ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi diruşma “Berxwedan diruşma me ye, azadî mafê me ye û proje daxwaza me ye” meşek dirêj bi dirêjahiya 13 kîlometreyan li ser piya li dar xist.
Meş duh ji gundê Têrê yê navçeya Şêranê yê 13 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Kobanê best pê kir. Bi sedan ciwan û şênî beşdarî meşê bûn. Meşa duh li navenda navçeyê rawestiya.
Îro jî di gundê Helincê heya navenda bajarê Kobanê dewam kir.
Di meşê de wêneyên şehîdên bomebebarana dawî ya dewlela Tirk a li ser Kobanê hatin hildan.
Meş li cihê bomebebarana dewleta Tirk a li dijî erebeya sivîlan a 20’ê Cotmehê pêk hatibû û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 4 birîndar bûn, rawestiya.
Cihê bombebaranê bi gul û nivîsana “Tolhildan” û mûman hate xemillandin.
Li wir, deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got: “Dewleta Tirk li her deveran kurdan dike hedef da ku wan qir bike û Kurdistanê dagir bike.”
Ehmed Derwîş anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk îradeya gelê herêmê naşkîne û wiha domand: “Ev gel bang li civata navneteweyî û kesên din nake ku bersiva êrişên li ser herêmê bide, lê bang li ciwanên xwe dike ku li hemberî van êrişan bisekine û planên wê têk bibin.”
Derwîş soza domandina têkoşînê heta serkeftinê da û banga li ciwanan kir ku bi hêzên parastinê re hevgirtî bin û destekê bidin berxwedana gerîlayan.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîda Hesûn anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser sivîlan tola binketina çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê radike.
Her wiha bang li gelê herêmê kir ku li hemberî faşîsma Tirk têkoşînê xurt bikin û got: “Çawa DAIŞ’ê têk çû, wê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk biçin.”