STÛTTGART – Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê Navenda Çanda Kurdan a Demokratîk hate vekirin. Di vekirinê de ciwanên Kurd li hev kom bûn. Şahî bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û yên TekoJIN’ê hate lidarxistin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê şahiyê dest pê kir.
Li eywana şahiyê posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û yên Sakîne Cansiz hate daliqandin.
Di şahiyê de sînevîzyona pêngava Werin Cenga Azadiyê hate nîşandan. Di sînevîzyonê de axaftinên Abdullah Ocalan jî cih girt. Piştî sînevîzyonê axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin “Em çalakvan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û yên TekoJIN’ê li Ewropayê li her qadê çand, huner û wêjeya xwe bidin jiyîn. Yek ji rol û mîsyona me ya herî mezin ev e, ji bo azadiya fîzîkî Rêber Ocalan em li qadan bin. Em dixwazin ciwanên me û gelê me yê welatparêz di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê de’ li qadan bin.
Di şahiyê de Hozan Sîmar jî derket ser dikê. Şahiya ku sê saetan domiya bi govendê bi dawî bû.