RIHA – Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê di roja 243’an de didome.
Ji ber ku dawiya hefteyê bû, malbatê nobet li mala xwe ya li Sirûcê domand û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek belav kir û got “Kesên ku li gorî hiqûqa serdestan tevdigerin, bila qala edaletê nekin. Heke destûrê nadin tu hiqûqê bi cih bîne, îstîfakirin şeref e. Kesên ji mirovbûnê derketine vê zilma li ber derî nebînin jî, gelê Rihayê, Tirkiye û dinya vê zilmê dibînin.”