ŞIRNEX – Li herêma Gurdîla ya çiyayê Gebarê yê Şirnexê, agir bi daristanê ket.
Dûmana ku ji dûr ve tê dîtin, mezinbûna şewatê nîşan dide.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji bo vemirandinê tu gav nehatiye avêtin. Nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye û pê re jî dûmana li herêmê bilind dibe.